Rêveberiya Xweser der barê êrişên dewleta Tirk de dosyayek radest kir

Rêveberiya Xweser dosyayeke giştî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de radestî gelek aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û qanûnî kir.

Rêveberiya Xweser der barê êrişên dewleta Tirk de dosyayek radest kir
24 cotmeh 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên ji 4 heta 10’ê Cotmeha 2023’yan yên dewleta Tirk a dagirker dosyayeke bi wêne amade kir.

Li gorî dosyayê, artêşa Tirk a dagirker 224 cih bi 304 êrişên hewayî û bejayî kirine hedef, ji wan 224 cih bi topan û çekên giran û 83 cih bi balafirên bêmirov û yên şer hatine hedefkirin.

Rêveberiya Xweser di dosyayê de diyar kir ku dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê, nuqteyên petrolê û navendên tenduristiyê, derdora kampên Waşûkanî û Roj û bi dehan gundên sivîlan kirine hedef. Her wiha da zanîn ku di encama êrişan de 47 kesan jiyana xwe ji dest daye, ji wan 5 kes ji gundewarê Kobanê ne, 55  kes birîndar bûne û zirarê madî bi qasî 56 mîlyon dolarî çêbûn.

Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku wê dosya bi rêya email ji van aliyan re şandiye:

Nivîsgeha sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres.

Cîgirê sekreterê giştî  yê kar û barên mirovî yê NY′yê Martin Griffith.

Nivîsgeha nûnerê NY′yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen.

Nûnertiyên Amerîka, Brîtanya, Frans, Almanya, Siwêd, Fînland, Holand û Yewnanistanê yên NY’yê li Cinêvê.

Komseya Mafên Mirovan a NY’yê.

Komîteya Lêkolînê ya NY′yê

Wezareta Karên Derve ya Swîsrayê.

Rêxistina SÎTÎM a Swîsrayê.

Peymangeha Lêkolînên Bilind a Cinêvê.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.

Rêxistina Human Rights Watch.

Dezgehên çapemeniyê yên xwecih û yên navneteweyî.

Wezaretên karên derve yên Yekitiya Ewropayê, Belçîkayê û Holandayê.

Parlamenterên Ewropa û Belçîkayê.

Kesayet û partiyên siyasî yên Belçîka, Holanda û Luksemburgê.

Saziyên civaka sivîl û rêxistinên xwecih û navneteweyî yên Belçîkayê.

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Awusturyayê, serok û endamên parlamentoyên Awusturyayê û ya xwecih û Ewropayê û serokên partiyan.

Wezareta Kar û Barên Ewropayê û ya Derve.

Rêxistinên navneteweyî û nivîsgehên wan ên Awusturyayê, çapemenî, navendên lêkolînan û rêxistinên mirovî.

(mh)

ANHA