Nakokiyên herêmî û pêşbaziya navneteweyî hvsengiya hêzê ji nû ve xêz dikin

Şîroveyên di medyaya Erebî de derbarê gurbûna pevçûanan û guherîna evsendiyên hêzê hişyarî dan  û diyar kirin ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êdî ne tenê hêza yekem e ku xwediyê kontrola taybetî li ser biryarên navneteweyî ye."

Nakokiyên herêmî û pêşbaziya navneteweyî hvsengiya hêzê ji nû ve xêz dikin
9 cotmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî ya îro li ser guhertinên jeopolîtîk, nakokiyên herêmî, krîza rêziknameya navneteweyî û guhertinên siyasî û civakî yên ku welatên Rojavayî pê re rû bi rû ne, nivîsî.

Di gotarek bi sernavê "Vegerandina Sana'ayê Mîna Rizgarkirina Şamê ye" de, rojnameya El Şerq Ewset li ser pevçûnên li Yemenê û bandorên wê li ser hevsengiya hêzê ya herêmî nirxand û diyar kir ku "şerê heyî li Yemenê dikare bibe sedema guhertinek dîrokî, wekî ku li Sûriyeyê bi hilweşandina rejîmek din a alîgirê Îranê qewimî."

Gotar rêça şer bi pêşeroja bandora Îranê ve girêda û nîşan da ku çareserkirina wê dibe ku ji ber sedemên leşkerî û erdnîgarî dem bigire.

Di derbarê pêşbaziya navneteweyî de, gotarek di rojnameya El Xalîc de, bi sernavê "Fikarên Trump Civînên wî bi Xi re birêve dibin", diyar kir ku hesabên navxweyî û hilbijartinê yên Serokê DYA`ê Donald Trump bandorê li siyaseta wî ya derve, bi taybet têkiliya wî bi Çînê re dike.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî ne tenê hêza yekem e." Gotarê behsa yekalîtîyê dike ku biryardana navneteweyî nîşan daye, û destnîşan dike ku Çîn di rêberiya rêziknameya cîhanî de bûye hevkar û wekhevê DYA`ê, ku nîşan dide ku ber bi pergaleke navneteweyî ya pêşbzî û piralîtir ve diçe.

Gotarek di heman rojnameyê de, bi sernavê "Ma Aliyek Olî ya Veşartî ya Şer heye?", hebûna termînolojiya olî di gotûbêjên leşkerî û siyasî yên DYA, Îsraîl û Îran de lêkolîn kir û hişyarî da ku bikaran'na metnên pîroz ji hêla biryarderên leşkerî ve dikare wateyeke din bide şer ku ji berjewendiyên siyasî yên danûstandinê derbas dibe.

SISTEMA CÎHANÊ

Di beşa duyemîn de, gotarek di El Şerq El Ewset de, bi sernavê "Di Rêziknameya Cîhanê de Çi Nû ye?", behsa kêmbûna kapasîteya saziyên navneteweyî ji bo kontrolkirina pevçûnan kir.

Di gotarê de hat gotin ku Konseya Ewlekariyê nekariye şerên zêdebûyî rawestîne û welat li gorî berjewendiyên xwe hevalbendên xwe zêdetir dikin.

Di gotareke di rojnameya El Xelîc de, bi sernavê "Blokeke Ewropî ya Derparzemîn", bangên ji bo xurtkirina serxwebûna stratejîk a Ewropayê û berfirehkirina hevkariyên li derveyî parzemînê, hatin kirin.

Di gotareke di rojnameya El Şerq El Ewset de, bi sernavê "Almanya... Ber bi ku ve?", bal kişand ser pirsgirêkên aborî û siyasî û derketina şepêlên gelêrî. Gotareke din di heman rojnameyê de bi sernavê, "Dibistanên Fransayê... Dîrok Xwe Dubare Dike", behsa xwepêşandanên têkildarî krîza perwerdeyê û kêmbûna lêçûnên giştî kir.

(k)

ANHA