Mehmûd Xelîl: Em dixwazin berî zivistanê hemû koçberan vegerînin

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê diyar kir ku vegera koçberên ji Serêkaniyê  bo gundên wan berdewam e û ew amadekariyên vegera koçberan bo bajarê Serêkaniyê dikin. Her wiha got, "Em dixwazin berî hatina zivistanê hemû koçberan vegerînin."

Mehmûd Xelîl: Em dixwazin berî zivistanê hemû koçberan vegerînin
9 cotmeh, 2026   09:37
HESEKÊ

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirînî li Parêzgeha Hesekê, Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn), der barê vegera koçberên ji Serêkaniyê û gundewrên wê ji ajansa me re got, "Armanca me ew e ku her hefte 2 komên koçberan vegerînin, her komek ji 500 malbatan pêk tê, da ku vegera wan bi ewle û aram pêk were û ti pirsgirêkek ku dikare zirarê bide koçberan dernekevin."

Xelîl diyar kir ku "75 gund niha ji bo vegera şêniyên wan amade ne û 3 karwan ji bo vê hefteyê hatine plankirin ku di dê nêzî 2 hezar malbat vegerin malên xwe. "

Xelíl got, "Di dema vegera koçberên ji gundan de dê vegera koçberan bo bajarê Serêkaniyê jî were kirin, ji ber ku 50 malbatên ku li bajêr dijîn berê xwe dane malên xwe yên li taxên Xiwêran, Neşwa û Ezîziye yên bajarê Hesekê."

Xelîl destnîşan kir ku vegera koçberan bo navenda Serêkaniyê dê bi komîteya koçberên bajêr re were pêkanîn, piştî ku ku malên wan werin valakirin.

Xelîl di dawiyê de got: "Em dixwazin berî hatina zivistanê hemû koçberan vegerînin da ku derfeta wan hebe malên xwe amade bikin û berî zivistanê tê de bicîh bibin."

Berdevkê komîteya koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl, diyar kir ku karwana çaremîn ji 514 malbatan ji gundên Serêkaniyê û Tiltemirê pêk tê.

Cemîl da zanîn ku 50 malbatên ku li malên koçberên Serêkaniyê diman vegeriyan bajarê Hesekê hêsan her wiha dê îro jî 150 ji wan malbatan vegerin.

(k)

ANHA