Çeteyan welatiyek revand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê welatiyek revand.

Çeteyan welatiyek revand
6 tebax 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên koma El Emşat ên artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Omer Mihemed Elo yê ji gundê Mîrkanê yê bajarê Mabatayê revandiye.

Li gorî çavkaniyan, çeteyan ji bo serbestberdana Omer Elo, hezar dolar ji malbatê xwestiye.

(bb)