Mûşekek Îranê li Dêgeleyê li baregeha Pêşmerge ket

Yek ji mûşekê Pasdarên Rejîma Îranê li baregeheke Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê ya dikeve sînorê bajarokê Dêgeleyê ket.

Mûşekek Îranê li Dêgeleyê li baregeha Pêşmerge ket
1 adar, 2026   23:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku saet 21:45 deqîqeyan mûşekek ya Supayê Pasdaran a Rejîma Îranê arasteyî Baregeha Firqeya 11’an ya Fermandariya Devera Yek ya Wezareta Pêşmerge hate kirin.

Berpirsê CPT-Kurdistan-Iraqê Kameran Osman ragihand ku êriş li sînorê bajarokê Dêgele ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê pêk hatiye û di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatiye.

Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsˊê, di êrişê de ti ziyanên canî pêk nehatiye. Ziyanên madî çêbûne.