Muqaweme Îslamî 3 herêmên Îsraîlê bombebaran kirin

Koma Muqaweme Îslamî ya Iraqê ragihand ku wê li bakurê Îsraîlê 3 herêm bombebaran kirine.

Muqaweme Îslamî 3 herêmên Îsraîlê bombebaran kirin
14 mijdar, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYN

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê ragihand ku 3 caran bakurê Îsraîlê bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran kirine.

Muqaweme Îslamî di daxuyaniyekê de ragihand ku êrişa yekemîn li bakurê Îsraîlê li dijî "cihekî girîng" hatiye kirin, lê der barê 2 êrişên din de agahiyên berfirehtir nehatin dayîn.

Artêşa Îsraîlê jî vê sibehê ragihandibû ku 2 balafirên bêmirov ku ji rojhilatê Sûriyeyê rabûbûn, asteng kirin.

(bb)