Ji bo pêşwazîkirinê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Maseya Krîzê hat avakirin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Maseya Krîzê ji beş û saziyên têkildar ava kir ku gihandina welatiyên ji Lubnanê vedigerin her du taxan hêsan bike û xizmetguzariyan pêşwaz bike.

Ji bo pêşwazîkirinê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Maseya Krîzê hat avakirin
Ji bo pêşwazîkirinê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Maseya Krîzê hat avakirin
Ji bo pêşwazîkirinê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Maseya Krîzê hat avakirin
1 cotmeh, 2024   17:50
HELEB
MIHEMED EBDO

Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina Maseya Krîzê, ji bo pêşwazîkirina welatiyên ji Lubnanê vedigerin, ragihand Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heman biryar da û Maseya Krîzê ava kir.

Meclisê destnîşan kir ku ev biryar piştî êşên xelkê Sûriyeyî yên li dewleta Lubnanê ji ber êrişên li wir zêde bûn, hat dayîn. Meclisê diyar kir ku ji ber hestên xwe yên berpirsiyarî û pêwîstiya xebata berdewam a sivikkirina êşên Sûriyeyên dixwazin vegerin herêmê ev biryar hat dayîn.

Li gorî biryarê, dê Maseya Krîzê rewşa welatiyên bi rêya deriyan ber bi her du taxan ve tên bişopîne.

(fr)

ANHA