Asayîşa Parêzgeha Hesekê civîneke berfireh li dar xist

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Parêzgeha Hesekê bi armanca nîqaşkirina geşedanên dawîn û dosyaya entegrasyona azadiyan civînek berfireh li dar xist.

29 adar, 2026   22:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Parêzgeha Hesekê îro (29 Adar 2026) bi armanca nirxandina rewşa meydanî û siyasî ya herêmê û dosyaya entegrasyonê civînek berfireh li bajarê Hesekê li dar xistin.

Fermandariyê der barê civînê de agahî li ser malpera xwe parve kir.

Hate diyarkirin ku civîn bi beşdariya tevahî efserên Hêzên Asayîşê yên parêzgehê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî pêk hat.

Hat destnîşankirin ku dosyaya entegrasyona bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê re û mekanîzmeya ketina qonaxeke nû ya karê saziyan rojevên civînê bûn. Her wiha rewşa heyî ya herêmê jî û girîngiya ku asta hemahengî û amadebaşiyê de were bilindkirin, hatin vegotin.

Di civînê de "xalên sereke yên girêdayî wezîfeyên efseran di dema pêş de, çawaniya bikaranîna van wezîfeyan ji bo xizmeta berjewendiyên giştî di dema veguhastina nû bi awayekî ku ewlehî û aramiya herêmê û gelê me misoger bike, hatin zelalkirin."

Hat gotin ku di dawiya civînê de Hêzên Asayîşê diyar kirin ku dê ji bo berjewendiyên giştî û sepandina ewlehiyê li tevahiya parêzgehê erkên xwe yên nîştimanî bi biryardarî bidomînin.

(bb)