MSD`ê ji ber wefata siyasetmedar Hesen Abdulezîm peyama sersaxiyê da

MSD`ê ji ber wefata Koordînatorê Giştî yê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk Hesen Abdulezîm peyama seraxiyê weşand.

MSD`ê ji ber wefata siyasetmedar Hesen Abdulezîm peyama sersaxiyê da
26 nîsan, 2026   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo parêzer û siyasetmedarê Sûriyeyî Hesen Abdulezîm peyama sersaxiyê weşand.

MSD'ê di peyamê de bi bîr xist ku Hesen Ebdulezîm yek ji muxalifên herî navdar ên rejîma Baasê bû û yek ji dengê ku rojekê jî baweriya wî ji çareseriya siyasî zeyîf nebû.

Di peyamê de îşaret bi rola Hesen Ebdulezîm "di rêvebirina Komîteya Koordînasyona Neteweyî, keda wî di parastina nirxên azadî û edaletê de, her wiha hewldanên wî yên avakirina dewleteke demokratîk pirrengî ku hemû Sûriyeyiyan bigire nava xwe" hat kirin.

Di berdewama peyama sersaxiyê de hate gotin: "Çuyîna wî ji bo jiyana siyasî ya Sûriyeyê wendahiyeke mezin e. Di vê demê de welat hewcedarî dengên neteweyî  ye yên ku baweriya wan bi çareseriya aştiyane û diyaloga navxweyî heye."

MSD`ê sersaxî ji malbat, heval û hezkirinên Hesen Ebdulezîm re xwest û da zanîn ku dê xebata xwe bidomînin heyanî ku bighîjin hedefên ku Hesen ji bo wan tê koşiyaye û daxwaza gelê Sûriyeyî ya edalet, azadî, demokrasiyê û avakirina Sûriyeya pirrengî û ne navendî, pêk bînin.

Parêzer û Koordînatorê Giştî yê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya Hêzên Guhertina Demokratîk Hesen Abdulezîm duh (25 Nîsan 2026) di temenê xwe yê 94 de li paytexta Sûriyeyê, Şamê wefat kir.

(np)

ANHA