Piştî du rojan cenazeyê zarokê noqî avê bibû hat dîtin

Piştî du rojan ji lêgerînê cenazeyê zarokê li Hesekê di çemê Xabûrê de noq bibû hat dîtin.

Piştî du rojan cenazeyê zarokê noqî avê bibû hat dîtin
26 nîsan, 2026   10:08
HESEKÊ

Piştî 2 rojan ji lêgerînê, cenazeyê zarokê bi navê Mihemed Îsamîl Îzelnecim îro di çemê Xabûrê de nêzî taxa Merdiyan hat dîtin.

24'ê Nîsanê 2 zarokên 14 salî dema ku çemê Xabûrê li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê de avjenî dikirin, noqî avê bûn. Şêniyan zarokê bi navê Elî Ehmed El Ewer rizgar kir, lê zarokê bi navê Mihemed Îsmaîl Îzelnecim heya duh jî nehatibû dîtin.

Piştî du rojan ji lêgerînê, cenazeyê Mihemed îro di çem de nêzî taxa Merdiyan hat dîtin.

(bb)

ANHA