Rejîma Îranê welatiyek din bi dar ve kir

Rejîma Îranê danê siharê kesekî din bi tometa beşdarbûna xwepêşandanan bi dar vekir.

Rejîma Îranê welatiyek din bi dar ve kir
26 nîsan, 2026   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtin, binçavkirin, darvekirin û zextên rejîma Îranê yên çalakvan û girtiyên siyasî dewam dikin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Tasnim a nîv-fermî ya Îranê, danê siharê hemwelatiyekî din hatiye darvekirin.

Çavkaniyê ragihand ku hêzên ewlehiyê kesek bi navê Amir Remîş bi dar ve kir.

Li gorî heman çavkaniyê Remîş bi tometa ‘beşdarbûna di serhildana çekdarî, hewldana teqînê û danîna kemînan ji bo hêzên ewlehiyê’ de hatiye tawanbarkirin.

Her wiha çavkaniyê ragihand ku Remîş endamê ‘Ceyşul Edl’ a Belûçiyane.

Lê li aliyê din, rêxistinên parastina mafên mirovan dibêjin ku ew welatî yek ji çalakvanên mafên mirovan ê Belûçiyan bû.

Hêjayî gotinê ye Ceyşul Edl ku dibêje ji bo ‘parastina mafên gelê Belûç’ tê dikoşe, ji aliyê hikûmeta Îranê ve wek komek ‘terorîst' û ser bi îstîxbaratên biyanî tê naskirin.

Di dema xwepêşandanên sala borî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, rejîma Îranê kampanyayeke berfireh a girtin û darvekirina hemwelatî û çalakvanan dest pê kiriye. Rejîm rasterast tometên wekî “sîxuriya ji bo dijminan”, “derxistina aloziyan” û “endamtiya hêzên muxalefetê” dixe stuyê wan. Lê belê, rêxistinên mafên mirovan van îdiayan red dikin û dibêjin rejîma Îranê bêyî tu belgeyên qanûnî diyar bike, her kesê ku bixwaze tometbar dike û darve dike.