MSD û Meclisa El Nehda El Sûrî pêşxistina têkiliyên hêzên siyasî nîqaş kir

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di serdana şandeyeke Meclisa El Nehda El Sûrî ya ji bo navenda wan a li Şamê de girîngiya pêşxistina peywendiyên di navbera hêzên siyasî yên Sûriyeyê nîqaş kir.

MSD û Meclisa El Nehda El Sûrî pêşxistina têkiliyên hêzên siyasî nîqaş kir
10 îlon, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya li ser malpera fermî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nivîsgeha MSD`ê ya Şamê şandeyeke Meclisa El Nehda El Sûrî ya bi serokatiya serokê meclisê Amir Dêb pêşwazî kir. Şande ji hêla hevserokê MSD`ê Elî Rehmûn û hejmareke endamên desteya hevserokatiya meclisê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa geşedanên siyasî û aborî yên li Sûriyeyê hat kirin, her du aliyan nêrînên xwe yên têkildarî pêşketinên heyî û bandora wan a li ser pêşeroja Sûriyeyê anîn ziman.

Her du aliyan girîngiya pêşxistina peywendiyan û koordînasyona di navbera hêzên siyasî yên cuda yên Sûriyeyê, rola hevpeyman û lihevkirinanên siyasî ji bo yekkirina xebatên avakirina Sûriyeyê li ser esasê beşdariya hemû hêz û pêkhateyan, geşkirina îstiqrar û aştiyê, danîna çareseriyên siyasî nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan bal kişand ser domandina diyalog û şêwirmendiya di navbera hêzên siyasî de, ji bo girtina nêrînên hevbeş ên têkildarî dozên neteweyî, piştgiriya pêvajoya avakirina Sûriyeyeke biîstiqrar û pirreng.

(sb)