MSD: Li Sûriyeyê çîna karkeran barekî giran daye ser milê xwe

MSD’ê bi boneya 1’ê Gulanê peyameke nivîskî da û diyar kir “Li Sûriyeyê çîna karkeran barekî giran û ducar hildaye ser milê xwe û wekî dînamîka bingehîn a berdewamiya jiyanê û parastina pêkhateya civakî ma.”

MSD: Li Sûriyeyê çîna karkeran barekî giran daye ser milê xwe
1 gulan, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê peyamek weşand. 

Di peyamê de hate gotin: “Bi taybet li Sûriyeyê çîna karkeran barekî giran û ducar hildaye ser milê xwe ku ne tenê li ber encamên salên krîzê û wêranbûna aborî û civakî li ber xwe da, lê di heman demê de wekî dînamîka bingehîn a berdewamiya jiyanê û parastina pêkhateya civakî ma. Di demekê de ku barê jiyanê roj bi roj li ser milê welatiyên Sûriyeyê giran dibe, dabînkirina jiyaneke birûmet û rewşeke aborî ya dadmend dibe berpirsiyariyeke neteweyî ku paşxistinê napejirîne. Piştgiriya karkeran, parastina mafên wan û peydakirina derfetên kar ên guncaw, ne daxwazên beşî ne, lê merceke bingehîn e, ji bo her jinûveavakirineke rasteqîn û her rêgeheke ber bi aramî û başbûna neteweyî ve.”

MSD’ê di dawiya peyamê de diyar kir: “Em pabendbûna xwe ya bi parastina mafên karkeran û têkoşîna ji bo Sûriyeyeke li ser bingeha wekhevî, rûmet û dadmendiyê nû dikin. Em piştevaniya xwe ya tam bi karkeran re radigihînin ku beşdarî vejîna vî welatî dibin.”