Bîlançoya êrişên li ser başûrê Lubnanê: 2 hezar û 586 kuştî

Li gorî daneyan, di êrişên Îsraîlê yên ji 2'yê Adarê heya 30'ê Nîsanê 2 hezar û 586 kes li başûrê Lubnanê hatine kuştin.

Bîlançoya êrişên li ser başûrê Lubnanê: 2 hezar û 586 kuştî
1 gulan, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê ji 2'yê Adarê heya 30'ê Nîsanê, 2 hezar û 586 kes hatine kuştin û 8 hezar û 2 kes birîndar bûne.

Artêşa Lubnanê ragihand ku leşkerekî wê tevî endamên malbata xwe di êrişa li bajarokê Kefer Ruman a navçeya Nebetiyê de hatin kuştin. Çavkaniyên xwecih ji Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) re diyar kir ku di êrişên dijwar ên li ser herêmên Siwer û Bin Cibêlê de kuştî û birîndar çêbûne.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku di êrişa Hizbullahê de leşkerekî wê hatiye kuştin û yekî din birîndar bûye.

(bb)