Çekdaran êrişî gundekî Hemayê kir

Komên çekdar êrişî gundê Mehrûse yê herêma Misyafê ya gundewarê rojavayê Hemayê kir.

Çekdaran êrişî gundekî Hemayê kir
28 kanûn, 2025   23:27
HEMA

Nûçegihana me ji bajarê Hemayê diyar kir ku vê êvarê komên çekdar êrişî gundê Mehrûse yê herêma Misyafê ya Hemayê kir.

Nûçegihan da zanîn ku komên çekdar ji gundê Dîmo û gundên derdorê malên gundê Mehrûse bi awayekî bêserûber bi çekên giran û bombeyan hedef girtin.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber êrişên bêserûber hejmarek şêniyan ber bi daristanên derdorê ve reviyan.

Lê heta niha tu agahiyên der barê qurbaniyan de nîn in.

(fr)