‘Bihabûna mazotê buhayên kel û pelan jî zêde dike’

Xelkê Hesekê ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê û nebûna çavdêriya li sûkan gilî kirin û bang li aliyên eleqedar kir ku çareseriyekê bibînin.

11 îlon, 2026   05:47
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li bajarê Hesekê, piştî ku aliyên girêdayî hikumeta veguhêz rêveberiya sotemenî û firinan bi dest xistin, buhayên gelek madeyên bingehîn bilind bûn.

Hikumeta veguhêz buhayê lîtreya mazotê kire nêzî 12 hezar lîreyê Sûriyeyê ku ew jî 2 qatên buhayê berê ye.

Bihabûna mazotê bandor li tevahî kel û pelan kiriye. Her ampêrek ji bo 8 saetan di rojê de, bi 15 hezar lîreyê bû, lê hikumeta veguhêz ji bo her saeteke ampêrek kir dolarek û 25 cent.

Piştî vê biryarê, hejmarek mezin a xwediyên jeneratorên, jeneratorên xwe pê nexistin û Hesekê hema hema di tariyê de hat hişt.

Hejmara saetên kehrebeyê ji 8 saetan daket nêzî 3 saetan di rojê de, her wiha buhayê her tûrekî nan ji 4 hezar û 500 lîreyî bû 6 hezar lîre.

Welatî Ehmed Îbrahîm bang li parêzgarê Hesekê û cîgirê wî kir ku kehrebe û mazota germkirinê peyda bikin û nebûna bersiveke fermî li ser daxwazên welatiyan şermezar kir.

Welatî Mihemed Mihemed jî daxwaza kêmkirina buhayên sotemenî û nan kir. Li gorî Mihemed tevliheviyek di buhayên nan de heye. Li hin cihan her tûrekî nan bi 15 hezaran û li hin cihên dîtir bi 20 hezar lîreyan tê firotin. Berê her tûrek bi 3 hezar lîreyan bû.

Mihemed Wezareta Enerjiyê berpirsiyara xerabbûna rewşa jiyanî dît û got biryarên çarenûsî yên girêdayî jiyana gel pêdiviya xwe bi lêkolînkirina berfireh heye.

(f)

ANHA