Rûsya li navenda Ukraynayê xist: 6 kuştî, 90 birîndar

Di êrişa dronan a hêzên Rûsya ya li ser naveneke bazirganiyê ya li Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin û derdora 90 kes jî birîndar bûn.

Rûsya li navenda Ukraynayê xist: 6 kuştî, 90 birîndar
21 tebax, 2026   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê îro bi dronan navendek bazirganiyê ya li bajarê Kryvyi Rihê yê Ukraynayê bombebaran kir. Di encamê de  6  kes hatin kuştin û nêzîkî 90 kesên din birîndar bûn.

Waliyê herêmê, Oleksandr Hanza ragihand ku  ji birîndaran 6 zarok hene û rewşa zarokekî û 20 birîndarên din giran e.

 Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky anî ziman ku nîv saet piştî êrişa yekem, drona duyemîn a Rûsyayê dîsa li navenda bazirganiyê xist. Zelensky got, êriş li dijî tîmên awarte yên ku diçûn cihê bûyerê hat kirin.

Her wiha êriş bi kiryarekî terorî bi nav kir ku bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji Rûsyayê bipirse.

(bb)