Mezlûm Ebdî bi şênî û rûspiyên Til Temirê re civiya

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi şênî û rûspiyên bajarê Til Temirê re civiya.

Mezlûm Ebdî bi şênî û rûspiyên Til Temirê re civiya
9 cotmeh, 2026   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de geşedanên dawîn ên pêvajoya entegrasyonê hatin gotûbêjkirin. Mezlûm Ebdî diyar kir ku pêvajo gihîştiye qonaxên xwe yên dawîn û destnîşan kir ku ev pêşketin bi saya pabendbûna bi gavên hatine avêtin, tevî hewldanên ji bo astengkirina wê, pêk hatiye. Her wiha da zanîn ku zimanê kurdî di perwerdeyê de bûye zimanekî fermî û bal kişand ser hewldanên ji bo pêkanîna mafê perwerdeya bi zimanê dayikê.

Ebdî ji malbatan xwest zarokên xwe bişînin dibistanan da ku li kêleka zimanê erebî zimanê dayikê fêr bibin û diyar kir ku zimanê kurdî beşeke bingehîn a nasname û çanda Sûriyeyê ye û bûye beşeke bernameya xwendinê ya hikumetê.

Ebdî her wiha diyar kir ku komîteyek ji bo mijara kesên winda hatiye avakirin û ew komîte dê rewşê bişopîne û ji bo çareserkirina vê mijarê bixebite.

Ebdî da zanîn ku qonaxa bê hewce dike ku aştiya sivîl were parastin û jiyana hevbeş di navbera civakên cihêreng ên herêmê de were xurtkkirin û wiha got: "Em ê gavekê paşve neavêjin, em ê rê nedin gurkirina nakokiyan û em ê her hewldaneke ji bo çandina nakokiyan di navbera civakên herêmê de têk bibin, ji ber ku baweriya ne bi aştiyê heye û ji bo bidestxistina wê dixebitin."

(k)

ANHA