Li Derayê di malekê de teqîn çêbû

Li gundewarên Derayê di malekê de teqîn çêbû, di encamê de ciwanek birîndar bû.

Li Derayê di malekê de teqîn çêbû
9 cotmeh, 2026   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku îro sibehê li gundewarên rojhilatê Derayê dengê teqînan hat bihîstin.

Çavkaniyan da zanîn ku di hundirê mala şêniyê bi navê Xelîl Îbrahîm El Ehbaş de li bajarokê Kerek Şerqî yê li rojhilatê Derayê teqîn çêbûye.

Li gorî şêniyên herêmê, di teqînan de ciwanek birîndar bû û ew ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke li bajarê Hirakê.

Şêniyên bajêr diyar kir ku dibe ku teqîn ji ber cebilxaneya ku di hundirê malê de hatibû veşartin, çêbûbin.

(k)

ANHA