‘Metirsiyên li ser ewlehiya enerjiyê zêde dibin’

Çavdêran diyar kir ku li Sûriyeyê biryarên îdarî, qanûnan derbas dikin û maf û azadiyan dixin ber gefan. Hate gotin Ewropa bi zextên ji ber şerê DYA-Îsraîl û Îranê re rû bi rû ye û fikarên li ser ewlehiya enerjiyê zêde dibin.

‘Metirsiyên li ser ewlehiya enerjiyê zêde dibin’
25 adar, 2026   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di medyaya erebî de îro biryarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û rewşa maf û azadiyan li Sûriyeyê, her wiha bandora şerê Îran û Îsraîl-DYA’yê yê li ser Ewropayê hatin nirxandin.

'SÛRIYE; DI NAVBERA QANÛN Û WESAYETÊ DE'

Malpera Al Modon cih da rewşa maf û azadiyan a li Sûriyeyê û destnîşan kir ku derxistina biryar û giştînameyên xwedî taybetmendiyên olî li dijî bendên “Danezana Destûrî” ne. Hate gotin, biryarên bi vî rengî rêgeza cudahiya di navbera desthilatdariyan de lawaz dikin û qada giştî li gorî ol û nasnameyê ava dikin.

Li gorî heman malperê “biryarên ku ji hêla parêzgaran ve hatine dayîn, ji Şamê bigire heya Lazqiye û Hemayê, berfirehkirina rola desthilata rêveberiyê li derveyî sînorên wê yên qanûnî nîşan didin.”

Malperê bal kişand ser xwepêşandanên li Şamê yên li dijî firotina alkolê û diyar kir ev biryar bûye sedema nîqaşên berfireh. Hate destnîşankirin “Sedema vê yekê ew e ku ev biryar qanûnên heyî derbas dike û ber bi ji nû ve avakirina qada gelemperî li gorî vîzyoneke çandî-olî ve dibe.”

Malperê her wiha da zanîn ku xwepêşandanên li Şamê li dar ketine, ne bûyerên takekesî bûn, lê îfadeya “nerazîbûnên berhevkirî ya nêzîkatiyeke îdarî ye ku qanûnê paşguh dike û maf û azadiyan binpê dike”.

Her wiha hate gotin, ev tevger veguherîna desthilata demkî ya li Şamê ji dezgeheke ku qanûnê bi cih tîne vediguherîne desthilateke wesayetê ku destwerdanê di şêwazên jiyanê û tevgerên civakî dike.

Di dawiyê de hate diyarkirin ku nakokiya heyî biryarên takekesî derbas dibe û hişyarî da ku “serdestiya wesayetê li ser qanûnê” gefê li qada giştî dixwe ku ji bo qadeke hemwelatîbûnê, lê vediguherîne qadeke kontrolê.

‘EWROPA DI BIN ZEXTA ŞERÊ DYA-ÎSRAÎL Û ÎRANÊ DE YE’

Rojnameya El Nahar diyar kir ku Ewropa ji ber şerê Îsraîl-DYA û Îranê de bi ceribandineke stratejîk a tevlihev re rû bi rû ye, anku çawa hevpeymaniya xwe bi Washingtonê re bi hewcedariya serxwebûneke mezintir re hemaheng bike. Rojnameyê destnîşan kir ku di polîtîkayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de armancên wê yên pêşîn ne gerek e ku bi hesabên Ewropayê re li hev bikin, nîşan didin. Ev yek jî fikarên li ser paşguhkirina rola Ewropayê di biryarên navneteweyî yên girîng de derdixe holê.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku dosyayên Îran, Ukrayna û yên enerjiyê Ewropayê dixin rewşeke parastinê, ji ber ku "zêdebûna aloziyê ne tenê bandorê li ewlehiya leşkerî dike, lê di heman demê de rasterast bandorê li ewlehiya enerjiya Ewropayê dike.”

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku hevkariya di navbera Rûsya û Îranê de van fikaran xurt dike û wiha şîrove kir: “Ev gef êdî ne tenê erdnîgarî ne, lê di nav toreke nakokiyên pirtebeqeyî de bi hev ve girêdayî ne. Ev jî rewşa ewlehiyê tevlihevtir dike.”

Der barê têkiliyên li gel DYA’yê de rojnameyê destnîşan kir ku "cudahiyeke mezin di nêrînan de heye û diyar kir ku DYA ber bi polîtîkayên yekalîtir ve diçe, lê nêzîkatiya Ewropayê ber bi hişyarbûnê û piralîbûnê ve diçe. Li gel vê yekê, Ewropa hîn jî girêdayî piştgiriya DYA’yê ye, nemaze di mijara Ukraynayê de ku şiyana wê ya pejirandina helwestên serbixwe sînordar dike.

(bb)