Meşvanên Qamişloyê: Mafê ziman nebe tevahî maf ji holê radibin

Beşdarên meşa li Qamişloyê ku ji bo mafê ziman û mîsogerkirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de li dar ket, diyar kir ku mafê ziman nebe tevahî maf ji holê radibin û dixwazin mafê ziman di destûrê de cih bigire.

Meşvanên Qamişloyê: Mafê ziman nebe tevahî maf ji holê radibin
30 nîsan, 2026   13:59
QAMIŞLO

Îro bi hezaran xwendekar, mamoste, şêniyên bajarê Qamişloyê û endamên saziyên siyasî yên Rojava, bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê), ji bo mafê ziman û di destûrê de mîsogerkirina perwerdeya bi zimanê kurdî, meşiyan.

Beşdarên meşê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kir ku ew dixwazin bi zimanê xwe bixwînin, zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di destûrê de bê mîsogerkirin.

‘EM DIXWAZIN ZIMANÊ ME DI DESTÛRÊ DE BÊ MÎSOGERKIRIN’

Mamosteya zimanê kurdî Nadira Birahîm da zanîn ku ew îro derketine meşê, ji bo mafê zimanê wan di destûra Sûriyeyê de bê mîsogerkirin û wiha got: “Em doza ziman û mafê xwe dikin. Ji ber ku her netew dema mafê ziman tune be, tevahî mafê wê winda dibin. Ev 12 sal e zarokên me bi zimanê xwe dixwînin, nabe ku dîsa ziman bê guhertin. Dê ev zorê li zarokên me bike. Em ji bo pêşeroja zarokên xwe derketine meşê. Em napejirînin ku mafên me di destûrê de neyê mîsogerkirin. Zarokên me dixwazin bi zimanê bixwînin û biaxivin. Em bang dikin tevahî Kurd piştgiriya me bike.”

‘EM DIXWAZIN BI ZIMANÊ XWE FÊR BIBIN’

Xwedekara pola 6’an Şikriya Omer diyar kir ku ew dixwazin bi zimanê xwe bixwînin, zimanê wan nasnameya wan e û wiha domand: “Zimanê me hebûna me ye. Em dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin.”

‘EM JÎ WEK GELÊN DIN ÊN SÛRIYEYÊ MAFÊ XWE DIXWAZIN’

Xwendekara pola 9’an Beyan Şefîq Birahîm jî anî ziman ku ew qas sal e wan bi zimanê xwe xwendiye, nabe ev keda wan vala derkeve. Beyanê got: “Em li pola 9’an in, niha dibistana me rawestandine. Ji bo çi? Em mafê xwe dixwazin. Em jî wekî gelê Ereb û Suryan in. Em jî di destûra nû de mafê xwe dixwazin. Bijî Kurd û Kurdistan.”

‘EM Ê BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN Û KAR BIKIN’

Dayika bi navê Leyla Omer Silêman dibêje ew îro ji bo zimanê xwe derketine meşê û wiha axivî: “Çima her dewlet û netewe bi zimanê xwe diaxive? Em wek Kurd em jî doza mafê xwe dikin. Em ji bo zarokên xwe doza zimanê xwe dikin. Em dixwazin zarokên me fêrî zimanê me bibin. Em bang li tevahî Kurdan dikin li her derê ji bo mafê ziman derkevin kolanan. Îro zimanê me nasnameya me ye. Em ji hikumeta Sûriyeyê re dibêjin, em ê bi zimanê xwe biaxivin, em ê bi zimanê xwe kar bikin û em ê bi zimanê xwe bi pêş bikevin. Em dixwazin zimanê me bikeve destûra Sûriyeyê.”

MEŞVANÊ JI BAŞÛR: DIVÊ HER KES JI BO ZIMANÊ KURDÎ ÇALAKIYAN LI DAR BIXE

Amanc Cemal ku ji Başûrê Kurdistanê bi mêvanî hatiye bajarê Qamişlo jî beşdarî meşê bûbû. Amanc ji ajansa me re got: “Min dît gel ji bo ziman derketiye, ez jî beşdar bûm. Ez bang li tevahiya partiyên Kurdistanê dikim ku ji bo zimanê kurdî çalakiyan li dar bixin.”

(bî-fk)

ANHA