Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin

Li Girkê Legê û Dêrikê di daxuyaniyên bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê de banga parastina mafên karkeran û serbestberdana dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî hate kirin.

Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
Di daxuyaniyên bi boneya 1’ê Gulanê de banga mîsogerkirina mafên karkeran hat kirin
30 nîsan, 2026   13:30
QAMIŞLO

Bi boneya 1'ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Tevgera Civaka Demokratîk li bajarê Dêrikê û Yekitiya Kedkaran a Girkê Legê daxuyanî dan.

DÊRIK

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Dêrikê bi amadebûna bi dehan şêniyan û karkeran daxuyaniyek li Qada Azadî da.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Komîteya Sendîkaya Karkeran a Deriyê Sêmalkayê Samir Ebdo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 1'ê Gulanê roja helwesta rûmetê û serbilihandiya bi karkeran e, her wiha hate gotin: "Ev roj piştrast dike ku karker kevirê bingehîn ê her vejîna aborî ye û garantiya rastîn a domdarî û pêşkeftina civakan e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev bone li gel guhertin û veguhertinên mezin ku têkoşîna gel a ji bo edalet û mafan tê pîrozkirin, girîngiya nûjenkirina rêbazên têkoşîna ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd hat vegotin.

GIRKÊ LEGÊ

Yekitiya Kedkaran a Girkê Legê ku di bin sîwana TEV-DEM'ê ye jî daxuyaniyek li Qada Şehîd Xebat da.

Daxuyanî bi amadebûna karkeran û şêniyên bajar ji aliyê rêvebera Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Roja Karkeran roja rûmet û xelatkirina karkeran e. Her wiha hat diyarkirin ku tevî şer û ambargoyê karkerên herêmê xebatên xwe domandin.

Di daxuyaniyê de banga mîsogerkirina mafên karkeran û pêkanîna edaleta civakî hat kirin. Banga bêşert a serbestberdana dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê hat kirin.

(bb)

ANHA