Merasîma cenaze ya Nesrallah û rewşa Lîbyayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da merasîma definkirina cenazeyê lîderê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrallah. Hate gotin “Ji merasîmê tê fêmkirin ku Hizbullah ku ji şerê li hemberî Îsraîlê lawaz derketibû, dixwaze hêza xwe bide xuyakirin. Di heman demê de dixwaze zextê li saziyên nû yên Lubnanê bike ku wekî hevkarê serokê hikumetê pê re bide û bistîne."

Merasîma cenaze ya Nesrallah û rewşa Lîbyayê rojevên rojnameyên erebî ne
24 sibat, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de merasîma cenaze ya lîderê berê yê Hizbullahê Hesen Nesrallah ku duh pêk hatibû, rewşa Lubnanê û rewşa Lîbyayê nirxandin.

‘MERASÎMA CENAZE YA NESRALLAH: DÎMENEKW BIBANDOR Û QONAXEKE GIRTINA DOSYAYÊ’

Rojnameya El Ereb der barê merasîma definkirina cenazeyê Hesen Nesrallah û serokê desteya rêveber a Hizbullah Haşim Sefiyedîn de wiha nivîsand: “Hizbullah ku ji şerê par ê li hemberî Îsraîlê lawaz derketibû, piraniya fermandarên wê û bi hezaran çekdarên wê hatin kuştin, her wiha wêraniyeke mezin li başûrê Lubnanê bû, bi merasîma girseyî armanc dike ku hêza xwe bide xuyakirin."

Li gorî rojnameyê, ji merasîma cenaze tê fêmkirin ku Hizbullah zextê li saziyên nû yên Lubnanê, bi taybetî artêşa Lubnanê dike da ku wekî hevkareke sereke di saziyên hikumetê de pê re bide û bistîne û nefikire ku vekişandina çekên xwe bike armanca pêşîn.

Rojnameyê bal kişand ser rola Îranê ya li Lubnanê jî û wiha şîrove kir: "Rola Îranê ya li Lubnanê bi çûyîna Nesrallah û qonaxa şerê bi wekîlan re qediya. Vegerandina vê rolê li Lubnanê êdî zehmet e. Eger Hizbullah hewl bide vê rolê vegerîne, dê xwe bixe rewşeke îzole."

‘ÇARESERÎ LI LÎBYAYÊ MIMKUN E’

Der barê rewşa Lîbyayê de jî rojnameya El Xelîc wiha nivîsî: “Di salên dirêj ên borî de, hemû hewldanên navneteweyî û herêmî yên ji bo bidawîkirina aloziyên siyasî û ewlehiyê yên Lîbyayê, bi ser neketin. Hêviyên gihaştina çareseriyên rastîn ên ku ber bi aramiyê ve diçin, rawestiyan. Parlamanto û Meclisa Bilind a Dewletê di gelek civînên xwe de, ji bilî yasayên hilbijartinan û avakirina hikumeteke yekgirtî, nekarî li ser rêyên pêwîst ji bo bidawîkirina qonaxa derbasbûnê li hev bikin.”

Rojnameyê diyar kir ku tevî aloziyê dirêj kir jî lê îro derfet heye ku lîbyayî aloziyê derbas bikin û li siberojê bifikirin.

(bb)