Êrişên li ser Tişrîn, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê hatin şikandin

QSD’ê ragihand ku êrişên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê hatin şikandin.

Êrişên li ser Tişrîn, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê hatin şikandin
24 sibat, 2025   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şerê 24 saetên dawîn de ev agahî parve kirin:

"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (Yekşem) bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên êriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn, hewl dan êrişî nuqteyeke şervanên me bike. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî çeteyan bi desteka balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyek şervanên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî dijwar derket. Şervanan nuqteyeke leşkerî ya çeteyan û motorsîklêtek rûxandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna û Melha yê derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madîn çêbûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cade, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sina, girê Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 80 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin, ji ber topbarana ketober zirarên madî gihaştin mal û milkên şêniyan. Çeteyan her wiha bi desteka balafir û obîsan hewl da êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me bersiv da û şer qewimî. Di encamê de êriş hat têkbirin û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Balafirên şer û yên bêmirov di tevahiya rojê de li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan digeriyan."

(bb)

ANHA