Meqawema Îslamiya Iraqê: Erdogan ji rewşa li Suriyeyê berpirse

Berpirsê Meqawemey Îslamî ya Iraqê Ebo Ala Walî diyarkir ku dewleta Tirk û Erdogan ji rewşa niha li Suriyeyê diqewime berpirsin û ewê parastinê li xaka Suriyeyê bikin.

Meqawema Îslamiya Iraqê: Erdogan ji rewşa li Suriyeyê berpirse
1 kanûn, 2024   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Meqawemey Îslamî ya Iraqê Ebo Ala Walî têkildarî alozî û kontrolkirina Helebê ya ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve daxuyaniyek belav kir.

Ebo Ala Walî diyarkir ku aboriya Tirkiye hilweşiyaye û dixwaze van pirsgirêkên navxweyî derbasî nava welatên din bike û got: “Erdogan ji rewşa niha li Suriyeyê diqewime berpirse. Erdogan siberoja xwe xistiye di metirsiyê de. Biryar daye bibe beşek ji guhertina nexşeya Rojhilata Navîn. Erdogan jî mîna hevalbendê xwe Netenyaho wisan difikire ku bibe beşek giring ji Rohilata Navîn.”

Di beşek din a daxuyaniyê de hat gotin: “Tişta ku pêwîste hemû kes bizane, bi taybetî jî rejîma Tirkiye ewe ku wê carek din wê Suriye nebe cihê bicihanîna armancên wan. Çawan berî niha me parastinê li Suriyeyê kir, îro jî hîn zêdetir ji bo parastina xaka Suriyeyê amadene.”

Ji 27’ê Mijdarê ve hêzên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nusraya berê) û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrişek berfireh li dijî parêzgeha Idlib û Helebê dan destpêkirin. Di nava çar rojan de hêzên hikûmeta Şamê şikestin û bêy ku berxwedanî bikin, Idlib, Heleb û gelek bajarok û navçeyên wê ketin dibin kontrola hêzên paramilîter ên girêdayî dewleta Tirk de.