Mehmûd Elî: Sibe karwanê yekem a koçberên Serêkaniyê vedigere warê xwe

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgehê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî ragihand ku sibe karwanê yekem a koçberên Serêkaniyê vedigere warê xwe.

Mehmûd Elî: Sibe karwanê yekem a koçberên Serêkaniyê vedigere warê xwe
5 tebax, 2026   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgehê Hesekê Mehmûd Xelîl Elî di postekê li ser X’a xwe de diyar kir ku "Di çarçoveya pêkanîna xalên peymana 29’ê Çileyê û piştî qedandina vegera hemû koçberan ji bo bajarê Efrînê de dê sibe sibehê 6/8/2026، di demjimêr 8’an de karwanê yekem ê koçberên "Serêkaniyê" wê vegere bajarê xwe."

Mehmûd Elî destnîşan kir ku "Karwan ji 648 malbatan pêk tê. Sibe saet 8’an ji xala kombûnê ya li bajarokê Tiwêna yê li beramber kampa Waşûkanî ya Hesekê ve ber bi Serêkaniyê ve dikeve rê."

Elî daxuyand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû rêkarên ewlehî û lojistîkî yên guncaw ji bo selametiya koçberan amade kirine.

Ev gav di çarçoveya hewldanên vegera koçberan bo warên xwe yên resen û bicihanîna bendên peymana 29’ê Çileyê de û bi hevkariya aliyên eleqedar re pêk tê.

(f)