2 ciwanên ji Quneytîrayê ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan

Îsraîlê 2 ciwanên ji Quneytîrayê ku du sal berê girtibûn, berdan lê agahiyên di der barê sedema girtinê, şert û mercên berdanê de ne hatine dayîn.

2 ciwanên ji Quneytîrayê ji girtîgehên Îsraîlê hatin berdan
5 tebax, 2026   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku desthilatên Îsraîlê 2 ciwanên ji gundê Siwîse yê başûrê Quneytîrayê piştî 2 salan hatibû girtin berda.

Heta niha agahiyên fermî yên têkildarî sedemên girtinê yan jî tohmetên li dijî wan nîn in.

Piştî daxwazên dubare yên berdanê ji hêla malbatên wan û xelkê herêmê ve ew hatin berdan.

Desthilatên Îsraîlê di dawiya Tîrmehê de 2 ciwanên din jî ji Quneytîra û Şamê piştî çend meh girtibû berda.

(f)