Medyaya Erebî rola Şam û Tehranê di Hevsengiyên hêzê yên nû de nirixand

Medyaya Erebî li ser rewşa Sûriyeyê û Îranê di ji nû ve şekildana hevsengiyên hêzê yên herêmê, rola Şamê di rêziknameyên nû yên herêmî de û asta ku ew û Tehran dikarin li hember zextan bisekinin, nivîsîn.

Medyaya Erebî rola Şam û Tehranê di Hevsengiyên hêzê yên nû de nirixand
24 tebax, 2026   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, rojname û dezgehên medyayê yên Erebî li ser Sûriyeyê û Îranê wekî qadên ceribandinê yên herî berbiçav ji bo hevsengiyên hêzê yên nû di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê, Îsraîl, Tirkiye û hêzên herêmî de, sekinîn.

Destpêkê li ser rewşa Sûriyeyê, rojnameya El Erebî El Cedîd gotarek bi sernavê "Sûriyeyê... Axa Ku Erkdariya Wê Diguhere" weşand. Di gotarê de hat gotin ku Sûriyeyê dibe ku ji meydanek ji bo nakokiyên hêzên din veguhere aktorek çalak di rêziknameyên herêmê de. Gotarê axa Sûriyeyê wekî wekî "hêmanek çalak di rêziknameyên Rojhilata Navîn a nû de" bi nav kir.

Di analîzek din de, gotarek bi sernavê "Îsraîl Çawa Sûriyeya Nû Ji Nû Ve Diafirîne?" armancên berfirehtir ên kiryarên Îsraîlê di nav Sûriyeyê de lêkolîn kir û diyar kir ku tevgerên leşkerî bi hewldanên bandorkirina li ser hevsengiya hêzê di Sûriyeya nû de ve girêdayî ne.

Rojnameya El Nehar li ser aliyê Tirk-Îsraîlê yê dîmena Sûriyeyê sekinî, di gotarek bi sernavê "Di rastiyê de... Çima Îsraîl ji Tirkiyeyê li Sûriyeyê ditirse?" de diyar kir ku êrişa li ser balafirgeha Ebû El-Duhûr ji tesîsa leşkerî derbas dibe û veguherîna Tirkiyeyê di hesabên Îsraîlê de bo "reqîbekî herêmî ku divê berfirehbûna wê were astengkirin" nîşan dide. Rojnameyê helwesta xwe bi gotina "Pirsgirêk ji baregeheke hewayî bêtir e" bi encam da.

NAKOKIYA BERDEWAM A ÎRAN-AMERÎKA

Li ser mijara Îranê, rojnameya Independent Arabia, di gotarek bi sernavê "Xeyalên Sebra Stratejîk" de, li ser cewhera biryara Îranê û stratejiya Tehranê ji bo birêvebirina pevçûnê sekinî.

Di heman demê de, rojnameya El Erebî El Cedîd ji aliyê aborî ve nêzî mijarê bû û diyar kir ku plana Washingtonê ya ji bo tecrîda Îranê ji aliyê aborî ve, rastî rastiya erdnîgarî, rêyên bazirganiyê û torên dorpêçkirinê yên ku Tehran di dehsalên borî de pêşxistiye tê.

Tengava Hurmuz jî navendek girîng a analîzê bû. Rojnameya El Quds El Erebî sedemên şertên Îranê ji bo vekirina tengavê lêkolîn kir, di heman demê de rojnameya Rai El Youm krîza Hormuzê bi hesabên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê ve girêda, bi taybet ji ber pevçûna berdewam a di navbera Washington û Tehranê de.

(k)

ANHA