100 donim bexçeyên mêweyan li Misyafê hat talankirin

Li gundewarê Misyafê ya girêdayî Hemayê zêdetirî 100 donimê bexçeyê Hejîr û Tirî rastî dizî û talankirinê hat. Cotkaran daxwaza zêdekirina asta parastina zeviyên çandiniyê û girtina kesên ku berpirsyarê bûyerê kir.

100 donim bexçeyên mêweyan li Misyafê hat talankirin
24 tebax, 2026   11:23
MISYAF

Li gundên Enbûra û Reboa yên li herêma Misyaf a gundewarên rojavayê Hemayê 100 donim ji bexçeyê Hejîr û rezê Tirî rastî dizî û talankirinê hat, berhemê wan bexçeyan hatin dizîn û hejmarek ji darên berhemdayî hatin şikandin. Bi nêzîkbûna mewsimê rakirina berhemê ev yek ziyaneke mezin da cotkaran.

Berhemên Hejîr û Tiryan yek ji jêderên debarê yên hejmarek ji malbatên li herêmê ne, mewsim rakirina berhem jî derfetê karê demkî dide bi dehan malbatan.

Kîloyek Hejîr nêzî 15 hezar lîreyên Sûriyeyê û kîloyek Tirî nêzî 10 hezar lîreyan tê firotin, ev berhem ji bo çêkirina dims û mewîjan jî tê bikaranîn.

Cotkarên ziyan dîtine ji aliyên peywendîdar xwest ku ji bo parastina zeviyên çandiniyê rêkarên lezgîn pêk bînin, rê li ber derbasbûna pez a bexçeyan bigirin, çavdêriya li ser herêmên berhem lê hene zêde bikin, bûyeran bişopînin û berpirsyarên ku kiryaran pêk tînin li gorî qanûnan ceza bikin.

Gerînendetiya herêma Misyaf li daxwazên hejmarek ji cotkarên ku ziyan dîtine guhdar kir û bi wan re rêkarên pêkan nîqaş kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA`yê dane cotkar têkildarî domandina kiryarên dizî û talankirinê bi tirs in.

(sb)

ANHA