Medyaya Erebî encamên entegreya QSD û rikberiya Tirkiye û Îsraîlê şopand

Dezgehên ragihandinê yên Erebî bi pirsa Sûriyeyê mijûl bûn, bi taybet encamên daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a dawiyê ya derbarê tevlîbûna wan di nav saziyên dewletê de û bandora wê li ser siberoja doza kurdî û teşeyê dewletê, her wiha siberoja rikberiya Tirkiye-Îsraîl li ser Sûriyeyê.

Medyaya Erebî encamên entegreya QSD û rikberiya Tirkiye û Îsraîlê şopand
26 tebax, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî a li ser derbasbûna ji qonaxa parastina Sûriyeyê ber bi avakirina Sûriyeyê di nava saziyên dewletê de bû mijara herî girînd di medyaya erebî de.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Şerq El Ewset di bultena xwe de nivîsî ku geşedanên dawî ji ragihandina leşkerî wêdetir in û di gotara xwe ya beriya ragihandinê de destnîşan kir ku "dosyaya perwerdeyê ya herî girîng e, her wiha mijara garantîkirina destûrî ji bo mafên kurdan.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku daxuyaniyên Ebdî girêdayî proseya daxwazên kurdan e, bi taybet garantîkirina mafên welatiyên kurd.

Rojnameya Independent Arabiya di raportên xwe de bal kişand ser şêweya qonaxa nû û rolên ku dibe ku serkirdeyên QSDê piştî hevgirtinê werbigirin. Rojnameyê  li ser zimanê jêderên taybet nivîsî ku “Mezlûm Ebdî dê erkê Şêwirmendê Taybet ê Serokatiya Sûriyeyê di dosyaya Kurdî de bigre ser milê xwe” û Elham Ehmed jî wê erkê têkiliyên derve yê Parlamentoya Sûriyeyê bigre ser xwe.

RIKBERIYA TIRKIYE-ÎSRAÎL LI SER SÛRIYEYÊ

Di gotarekê de ku rojnameya El Nahar bi sernavê “Rikberiya ji bo bandorê li Sûriyeyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de û siberoja herêmê” belav kir de, nivîskar diyar kir ku Sûriyeyê ji qonaxa nakokiyên navxweyî derbasî qada pêşbaziya herêmî ya nû bûye û hişyarî da ku “Cewherê metirsiya îro ne ji bo mijareke taybet de ye, belkî di asta nezelaliya tevahiya rewşa wê de ye.”

Nivîskarê gotarê di wê baweriyê de ye ku Tirkiye û Îsraîl bûne aliyên herî rasterast ên têkoşîna ji bo bandorkirina li ser xaka Sûriyeyê.

Rojnameya E Erebî El Cedîd jî di gotarekê de bi sernavê “Danûstandinên Sûrî-Îsraîlî... şêwe û naverok” bal kişand ser kêşeya ku Şamê di birêvebirina danûstandinên bi Israîlê re rû bi rû ye û hişyarî da ku serketina vê rêyê hewce dike ku di bin zextê de tewîz neyên kirin.

VEBÛNA AMERÎKAYÊ BO SÛRIYEYÊ

Biryara Waşîngtonê ya derxistina Sûriyê ji lîsteya dewletên piştevanê terorê, di rojname û platformên erebî de, rastî eleqeyek berfireh hat.

Rojnameya El Erebî El Cedîd nivîsî ku ev biryar "guhertineke siyasî û ceribandineke aborî û ewlekarî" ye, ji ber ku ew derî ji qonaxeke nû re di peywendiyên Şamê bi Washington û civaka navdewletî re vedike û riyên berfirehtir ji bo veberhênan û danûstandinên darayî û bankay; peyda dike.

(k)

ANHA