Medyaya  Erebî bandorên hilbijartinên Îsraîlê û krîza serweriyê nirixand

Medyaya Erebî li ser bandorên hilbijartinên Îsraîlê û aloziya herêmî, her weha rexneyên li ser girêdayîbûna Lubnanê bi danûstandinên bi Îsraîlê re tevî gef û êrişên wê yên berdewam nivîsîn.

Medyaya  Erebî bandorên hilbijartinên Îsraîlê û krîza serweriyê nirixand
30 cotmeh, 2026   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, çapemeniya Erebî ji bilî mijarên serweriyê û siberoja dewletê li Sûriye û Lubnanê, li ser hilbijartinên Îsraîlê û bandorên wan ên siyasî û ewlehiyê ji bo Lubnan û herêmê, nivîsîn.

HILBIJARTINÊN ÎSRAÎLÊ: GUHERTINEK DI RÊBERTIYÊ DE AN BERDEWAMIYA HEMAN RÊBAZÊ?

Rojnameya El Cezîreyê gotarek bi sernavê "Erdheja Knesseta 26-an: Dengên Ereban Çawa Bilind Bûn û Textê Netanyahu Hejand?" weşand.

Gotar li ser guhertinên ku ji hêla encamên hilbijartinê ve di hevsengiya hêzê de di nav Knessetê de hatine çêkirin, bi taybet zêdebûna temsîliyeta partiyên Erebî bo 19 kursiyan û dijwarîyên ku ev yek ji bo her du blokên ku ji bo avakirina hikûmetekê pêşbaziyê dikin, derdixe holê, sekinî.

rojnameyê partiyên Ereb wekî "hêzek ku divê were hesibandin" di hevkêşeya siyasî de bi nav kir, û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ji bo opozîsyonê ceribandinek li ser amadebûna wê ya hevkariyê bi wan re danîn, di demekê de ku ti aliyan nekarî piraniya pêwîst ji bo avakirina hikûmetekê peyda bike.

Wî her wiha destnîşan kir ku "nîşaneyên rûbirûbûnek nû ya Amerîka-Îsraîlê bi Îranê re zêde dibin."

SERWERÎ Û SIBEROJA DEWLETÊ: PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ Û FIŞARÊN HERÊMÎ

Rojnameya "Al Modon" gotarek bi sernavê "Vekirina Deriyan Serweriya Sûriyeyê Venagerîne" weşand, ku tê de êrişên dawî yên Urdunê li başûrê Sûriyeyê û bandorên wan, ku bi girtina û paşê vekirina deriyê sînor ê Nesîb dest pê dike û pirsên ku bûyerê li ser hêza dewleta Sûriyeyê ya parastina ax û welatiyên xwe derxistiye holê, nîqaş kir.

Di gotarê de hate nivîsîn ku "guhertina desthilstdariyê nayê wateya vegerandina dewletê", û hate îdîakirin ku vegerandina serweriyê tenê bi vekirina deriyên sînor an jî ji nû ve destpêkirina hevrêziya ewlehiyê nayê bidestxistin.

(k)

ANHA