Li gundewarê Tartûsê endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin

Li ser rêya di navbera Banyas û Tartûsê de li herêma peravê Sûriyeyê, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di kemîneke çekdarî de hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gundewarê Tartûsê endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin
30 cotmeh, 2026   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma peravê Sûriyeyê ji aliyê çekdaran ve hat hedefgirtin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Rêveberiya Giştî ya Bender û Gumrikê di daxuyaniyekê de ku roja Pêncşemê derengiya şevê hat weşandin, ragihand ku yek ji dewriyeyên wê yên gumrikê rastî kemîneke çekdarî ya xayîn hat. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamekî dewriyeyê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

(k)

ANHA