Medyaya erebî: Aboriya Sûriyeyê bi paş dikeve

Di medyaya erebî de pirsgirêka aborî ya Sûriyeyê hate nirxandin û hat gotin ku hikumeta veguhêz hemû projeyan dide şîrketên erebî û biyanî û aboriya Sûriyeyê bi paş dikeve.

Medyaya erebî: Aboriya Sûriyeyê bi paş dikeve
8 cotmeh, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di medyaya erebî de rewşa Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz de, şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê û pirsgirêka tengava Hurmuzê hatin nirxandin.

Rojnameya El Nehar gotareke bi sernavê “Teror li hevtayê xwe digere û Sûriye ji vê mezintir e!” weşand. Di gotarê de îşaret bi tundiya mezhebî û cîhadîst û bandora wê ya li ser siberoja Sûriyeyê hate kirin. Her wiha têkildarî tundiyê bûyera gulebarankirina otobusa li Misyaf a Hemayê bi bîr xîst û wiha nivîsand: “Li Sûriyeyê tundî didome û dibe ku di encama wê de şerê navxweyî çêbe. Xetereya li Sûriyeyê ne birêxistinkirî ye, ne jî DAIŞ vegeriyaye û ne tenê şebekeyên Îranê ne, zimanê nefretê û hestên tolhildanê belav bûne.”

Di berdewama gotarê de şêweyê avakirina artêşê hate pirsîn û hate gotin “gelo artêş li ser baweriya komeke oldar an jî baweriya hemwelatîbûnê tê avakirin?”

Têkildarî rewşa aborî ya Sûriyeyê jî rojnameya El Exbar nûçeyek bi sernavê “Qadên taybet bûne qurbaniyên polîtîkayên tecrîdê; her tişt ji biyaniyan re ye” weşand. Di nûçeyê de tê gotin ku bazara Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz de ji nû ve hatiye birêxistinkirin, hemû projeyan didin şîrketên erebî û biyanî û aboriya Sûriyeyê bi xwe jî bi paş ketiye.

El Exbar diyar kir ku hikumeta veguhêz projeyên enerjiyê, petrol, veguhastin, av, tenduristî, çandiniyê, pîşesazî û geştiyariyê dane şîrketên biyanî.

Li ser şerê DYA û Îranê rojnameya El Nehar gotarek weşand û tê de diyar kir ku cîgirê serokê DYA’yê Vance pêşniyar kiriye ku Îran rêjeya derxistina madeya uranyûmê kêm bike, ne bi temamî rawestîne û dibe ku Vance dixwaze derî ji dan û standinên di navbera DYA û Îranê re veke.

Ji bo tengava Hurmuzê jî El Nehar nivîsand ku Tehran bi rêya tengava Hurmuzê zextê li aboriya cîhanî dike û diyar kir ku heke xebatên dîplomasiyê heyanî piştî hilbijartinên DYA`yê rawestîbin dibe ku şer gur bibe.

(np)