Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê ket

Pêvajoya vegera koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê didome. Îro karwanê çaremîn ku ji 514 malbatan pêk tê, ber bi cih û warên xwe ve bi rê ket.

8 cotmeh, 2026   11:12
HESEKÊ

Vê sibehê karwanê çaremîn ê koçberên ji Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê ku ji 514 malbatan (4 hezar û 584 kes) pêk tê, bi amadebûna şandeya hikumeta veguhêz cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl (Siyamend Efrîn) û endamê Şandeya Serokatiyê Mistefa Ebê ber bi gund û xaka xwe bi rê ketin.

Piştî birêketina karwan, endamê Şandeya Serokatiyê Mistefa Ebdê bi rêya civîneke çapemeniyê diyar kir ku piştî pêkanîna rêkarên parastina ji xetereyên mayinan û bermahiyên şer, xebatên pêşkêşkirina destekdayîna derman, xwarin û pêdiviyên jiyanî, ji bo pêşwazîkirina koçberan ewlehî hatiye dabînkirin.

Ebdê da zanîn ku dê beriya serê salê pêvajoya vegerê heta vegera hemû koçberan bidome, îro dê 50 malbat ji bajarê Serêkaniyê derkevin û vegerin malên xwe yên li bajarê Hesekê, ji bo vegera şêniyan a ji bo navenda bajarê Serêkaniyê, dê di çend rojên bê de beşên din ji bajarê Serêkaniyê derkevin.

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirî Mehmûd Xelîl jî destnîşan kir ku karwan dê berê xwe bide 75 gundan û di hefteya bê de de 2 karwanên din berê xwe bidin cih û warên xwe.

Mehmûd Xelîl diyar kir ku di heman demê de dê 50 malbat vegerin malên xwe yên li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, malên ku li bajarê Serêkaniyê bên valakirin, dê li xwediyên wan ên resen werin vegerandin, xwediyê wan jî dê di karwanê pêncemîn yan ê piştî wê de cih bigirin.

(sb)

ANHA