Medyaya Ereb: Gelo Rojhilata Navîn dikare bandorên 7`ê Cotmehê derbas bike

Medyaya Erebî derbarê bandorên şerên piştî 7ê Cotmehê li Rojilata Navîn, her wiha krîza berdewam a Xezayê, zêdebûna nakokiyên herêmî û navneteweyî û bandorên şerekî muhtemel ê DYA-Îranê li ser welatên herêmê, nivîsî.

Medyaya Ereb: Gelo Rojhilata Navîn dikare bandorên 7`ê Cotmehê derbas bike
7 cotmeh, 2026   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî ya îroyîn bandorên "êrîşa 7ê Cotmehê" (2023) û şerê li Xezayê,  her weha bandorên şerekî muhtemel ê DYA-Îranê li ser Lubnan, Iraq, Kendavê û ewlehiya rêyên deryayî nirxand.

Di rojnameya El Xalîc de, gotarek bi sernavê "Pirsên 7ê Cotmehê" û diyar kir ku titşên piştî şer qewimîn û bandorên wê bi taybet karesata mirovî li Xezayê, hewce dike êdî der barê tiştê ku qewimî lêpirsîneke lezgîntir were kirin.

Di gotarê de wiha hatibû gotin, "Tiştê ku bi serê Şerîda Xezayê, ax û gelê wê hat, paşxistina van pirsan ji pirsîna wan girîngtir dike" û vê yekê bi girîngiya rawestandina tundiyê û peydakirina aramiyê ji bo Filistîniyan ve girêdide.

Di gotareke din a bi sernavê "Xezayê: Sê Sal Şer... û Hêviyeke Rawestandî" de, rojnameyê destnîşan kir ku Şerîda Xezayê di navbera agirbesteke nazik û nebûna asoyek siyasî ya zelal de asê maye, krîza mirovî berdewam dike û planên ji nû ve avakirinê rawestiyane.

Rojnameya El Şerq El Ewset beşek taybetî bi sernavê "Rûyên 7ê Cotmehê di Sêyemîn Salvegera xwe de" veqetand, ku kesayetiyên Filistînî, Îsraîlî û herêmî yên bi bûyerê ve girêdayî û bandorên wê ve girêdayî lêkolîn kir û destnîşan kir ku di 3 salên borî de di helwestên çend rêberan û hesabên siyasî û leşkerî de guhertin çêbûne.

ŞERÊ DYA-ÎRANÊ Û BANDORÊN WÊ YÊN HERÊMÎ

Di rojnameya El Nehar de, gotarek bi sernavê "Hebûna Dewletê Milîsan Nêzîkî Daketinê Dike" li ser rewşa Lubnanê û nakokiya herêmî axivî û diyar kir ku Lubnan bi zextên Îsraîl û Îranê re rû bi rû ye û xurtkirina hebûna saziyên dewletê dikare hevkêşeya navxweyî biguherîne.

Di gotarê de her wiha li ser nakokiya DYA-Îranê û bandorên wê yên herêmî hat nirxandin. gotarê rave kir ku dewleta Lubnanê hewl dide ku di dawiya tunelê de wekî çirayek hêviyê bimîne, di demekê de ku hesabên Îsraîl û Îranê bi rewşa Lubnanê ve girêdayî ne.

Rojnameya El Nehar de, bandorên nakokiya DYA-Îranê jî nirxand û behsa daxwaza Cîgirê Serokê DYA`ê ku Îran hêza xwe ya dewlemendkirina uranyûmê kêm bike, kir.

(k)

ANHA