RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gurbetellî dewam bikin

Koordînasyona RAJIN'ê yek ji pêşengên rojnamevaniya Kurd Gurbetellî Ersoz di salvegera 29'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û diyar kir ku têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna li heqîqetê ya rojnamevanên jin wê di çarçoveya mîrateya Gurbetellî de dewam bike.

RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gurbetellî dewam bikin
7 cotmeh, 2026   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN) Gurbetellî Ersoz di salvegera 29'emîn a şehadeta wê  de bi bîr anî, Gurbetellî Ersoz di dîroka rojnamevaniya Kurd de yekem berpirsyara weşana giştî bû.

RAJIN mîrateya ku Gurbetellî Ersoz ji çapemeniya azad û têkoşîna azadiya jinê re hişt nirxand û got: "Em ê bi dewamî heqîqetê lêkolîn bikin, derxînin holê û ragihînin."

Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN'ê bi vî rengî ye:

"Li ser dîroka rojnamevaniya Kurdî û kevneşopiya çapemeniya azad weke derhênera weşanê ya giştî ya jin navê xwe da nivîsandin. Jiyana xwe bexşand têkoşîna ji bo afirandina cîhaneke azad û wekhev.

Ji pêşengên kevneşopiya çapemeniya azad û şoreşgera tevgera azadiyê ya jinê Gurbetellî Ersoz di sala 1965’an de li gundê Zîver ê Palu ya girêdayî Xarpêtê ji dayîk bû. Piştî ku li Zanîngeha Çûkûrovayê Fakulteya Kîmyayê qedand lîsansa bilind kir û weke lêkolîner xebitî.

Piştî sala 1987’an berê xwe da têkoşîna çalak. Di sala 1989’an de hate girtin. Piştî ku di sala 1993’yan de ji girtîgehê derket bû edîtora rojnameya Ozgur Gundemê. Li gel bi dehan kedkarên rojnameyê hate girtin û dema di bin çavan de bi êşkenceyeke mezin re rû bi rû ma. Piştî girtina duyemîn ku nêzîkî 6 mehan dewam kir; li gel zêdebûna gefên kontrgerîlayan ji sala 1995’an û pê ve weke gerîla li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ya şopreşgerî domand.

Di nava xebatên YAJK’ê de bû fermandar. Heya roja şehadeta xwe jî dilê xwe li ser çiyayan nexşand û hemû rojên xwe li gel têkoşînê jiya. Em di şexsê Gurbetellî Ersoz (Zeynep) de ku di 8’ê Cotmeha 1997’an de li çiyayên Başûrê Kurdistanê di encama kemînekê de tevlî karwanê şehîdan bû, hemû şehîdên meha Cotmehê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Bi ser şehadeta Gurbetellî Ersoz de 29 sal derbas bûn. Ew jî weke hemû kesên ku dizanî xeyal, daxwaz û jiyana hesreta wê dikirin ne bi mûcîzeyan bi têkoşînê pêkan e û wisa jiyan; îro ne ji wan kesan e tune bûne, ji wan kesan e ku rê nîşan didin. Ji dîrokê heya roja îro tevî ku di şert û mercên faşîzmê de bedêlên giran hebûne jî û kesên ku tije berxwedan, zehmetî û têkoşîn tercîh kirine; weke hevrêya me Gurbetellî ew kes in ku xwedî hişmendiyeke kûr û dilekî wêrek in.

Di heman demê de em vê rojê ku ji bo bîranînan Gurbetellî Ersoz ji 8’ê Cotmeha 2014’an û heya niha weke roja rojnamevanên jin ên Kurd hatiye îlankirin; li hemû kedkarên çapemeniyê yên jinên ên ku di lêgerîna heqîqetê û têkoşîna wê de bedêl dane û mîrateya hevrêyên xwe dewr standine, pîroz dikin.

Di vê serdemê de ku bi binçavkirin, girtin û lêpirsînan, bi gefên fîzîkî yan jî astengkirina şopandina nûçeyan, bi tacîza devkî û destwerdanên zayendî dewlet rojnamevaniyê weke sûc dihesibînin, ji wate û qîmeta keda hatiye dayin guman nîne.

Polîtîkayên zextê hem bi awayekî hejmarî zêde dibin hem jî di warên cuda de jî zêde dibin û dewam dikin. Hesabên dijîtal ên rojnamevanan, malperên nûçeyan û hesabên weşanê yan bi temamî tên girtin yan jî li gel astengkirinê sansûra dijîtal tê sepandin.

Li hemberî zext, tepisandin û polîtîkayên vegerandina ji eşkerekirina rastiyê, weke rojnamevanên jin ên li ser şopa Gurbetellî bi mîsyona pêşengiya kevneşopiya çapemeniya azad radibin, em ê dest ji vî karê xwe bernedin.

Em dizanin ku cîhanê weke encama aqilê serweriya mêran berê xwe daye şeran, şer û pevçûnan, komkujiyên jinan, xizanî û talana xwezayê. Em dibînin ku ji bo xuyakirina têkoşîna azadiya jinan, lêgerînên mafan û serketinên wan hewleke birêkûpêk tê nîşandan.

Di her warê jiyanê de bi hişmendiya ku pirsgirêkên jinan pirsgirêka civakê ya sereke ye, em ê li ser çapemeniyê li dijî zîhniyeta serdest a zayendperest, ziman û nêzîkatiyan têbikoşin û bibin deng û bîra jin û hemû derdorên bindest, heqîqetan lêkolîn bikin, wan derxînin holê û eşkere bikin.

Bîranînên Şevîn Bîngol, Şîlan Aras, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan, Emîne Demîr, Gulistan Tara, Hero Bahadîn, Cîhan Bîlgîn, şervana heqîqetê ya zanistan Jineolojiyê Nagîhan Akarsel û hemû şehîdên me yên din ku mîrateya Gurbetellî hilgirtine ser milên xwe û girtina wê ya di astên herî jor de ji xwe re kirine erk; têkoşîna me ronî dikin û rê nîşanî me didin.

Rêber Apo di peyama xwe ya ji merasîma xelatdayînê ya rojnamevanên jin a Gurbetellî Ersoz re şandî de ku sala bihurî cara ewil hate lidarxistin, gotibû; "Zindîhiştina bîranînên Gurbetellî, neqilkirina fikr û têkoşîna wê ya ji nifşên nû, erkê me hemûyan e."

Weke RAJIN’ê em ê birêxistinbûna xwe ya ku em bi hêza ku me ji çand û kevneşopiya têkoşîna xwe ya ji mîrateya şehîdên me pêk hatiye, standiye mezin bikin. Li gel baweriya ku serketina rêya ku jiyana xwe bexşandinê; wê cîhanê bedew û azad bike û li gel paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan esas digire em ê têkoşînê mezin bikin û bigihînin civaka sosyalîst a demokratîk."