Brîtanya cezayên li ser Wezîrê Aborî yê berê yê Sûriyeyê Humam El Cezairî rakir

Brîtanyayê cezayên ku li ser Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyeyê yê berê Humam El Cezairî hatibûn sepandin, rakir.

Brîtanya cezayên li ser Wezîrê Aborî yê berê yê Sûriyeyê Humam El Cezairî rakir
7 cotmeh, 2026   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Karên Derve, Hevbendî û Geşepêdanê ya Brîtanyayê di daxuyaniyeke fermî de ragihand ku Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyeyê yê berê Humam El Cezairî ji lîsteya cezayên Brîtanyayê yên têkildarî Sûriyeyê, ku ji 6ê Cotmeha 2026an pê ve derbasdar e, hatiye derxistin.

Li gorî daxuyaniyê, cemidandina mal û milkên El Cezairî, qedexeya seferê û qedexekirina girtina her posteke rêveberiyê , hat rakirin.

Brîtanyayê li gorî qanûnên cezayên Brîtanyayê, bi gotina ku ew kesekî "têkildar" bi rejîma Beşar Esed re ye û ew bi çalakiyên têkildarî rejîmê ve girêdayî ye, an piştgiriya wê dike, an jî jê sûd werdigire, ev ceza sepandibûn.

(k)

ANHA