Medya erebî li ser zêdebûna tundûtûjiyê li Sûriyeyê û şerê li Îranê nivîsîn

Medyaya Erebî nivîsî ku zêdebûna tundrewiyê li Sûriyeyê, digel xirabûna ewlehiyê, nîşaneyên xeternak ên qonaxek nû ya tevliheviyê nîşan dide ku dikare Sûriyeyê ber bi teqînek ewlehiyê ya berfirehtir ve bibe. Li aliyekî di nav şerê dijî Îranê û gefên li ser ewlehiya enerjiya cîhanî zêde dibin.

Medya erebî li ser zêdebûna tundûtûjiyê li Sûriyeyê û şerê li Îranê nivîsîn
17 adar, 2026   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên medyayê yên erebî, der barê zêdebûna aloziyên têkildarî şerê Îsraîl-Amerîkî li dijî Îranê û bandorên wê yên herêmî yên berfireh û zêdebûna tundrewiyê li Sûriyeyê nivîsîn.

'QADA TUNDREWIYÊ BERFIREH DIBE: SÛRIYEYÊ LI BER 'TEQÎNEK NÛ' YE'

Rojnameya El Exbar a Lubnanê hişyarî da ku Sûriyeyê ji ber rewşa ewlehiyê ya xerab û berfirehbûna çarçoveya sûcan li ber "teqînek nû" ye.

Li gorî rojnameyê, daneyên meydanî nîşan didin ku kuştinên ji ber sedemên mezhebî berdewam dikin û rewşa ewlehiyê lawaz e. Li aliyekî din  komên tundrew zêde bûne û bi sedan endamên DAIŞ`ê  reviyane û  hin ji wan di nav komên çekdar ên cûrbecûr de tine bicîhkirin.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser zêdebûna çalakiyên DAIŞ`ê di meha Adarê de û bi bîr xist ku li çend parêzgehan êriş pêk anîne û di encamê de mirin û birîndarî di nav hêzên girêdayî hikumeta demkî de çêbûn.

ŞERÊ ÎRANÊ Û PLANA LI DIJÎ ÇÎNÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa paşxaneya şerê li dijî Îranê kir û diyar kir ku li gor hin teoriyan ev pevçûnê bi rikberiya Amerîka-Çînê ve girêdayî ye. Hin teorî wê wekî berdewama aloziyên demdirêj û hewldanên ji bo sînordarkirina bandora Îranê dibînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku armanca sereke kêmkirina hêza Îranê ye, bi taybet di derbarê bernameyên wê yên nuklaerî û mûşekan de, her wiha kêmkirina bandora herêmî ya Tehranê.

HURMUZ QADA MAYÎNAN

Rojnameya Independet Arabia behsa rîskên zêde ên Tengava Hurmuz kir û destnîşan kir ku ji sedî bi qasî 20 petrola cîhanê di tengava Hurmuzê re derbas dibe.

Rojnameyê diyar kir ku Tehran xwedî hêzeke deryayî yên ne-kevneşopî ye, di nav de mayînên deryayî, dron û keştîyên êrişa bilez, ku dikarin tengavê veguherînin herêmek pir xeternak ger pevçûn zêde bibe.

DEWLETÊN KENDAVÊ ZEXTÊ LI AMERÎKAYÊ DIKIN KU ÎRANÊ BÊBANDOR BIKE

Reuters`ê, li ser zimanê çavkaniyên Kendavê, ragihand ku welatên Kendavê naxwazin rasterast têkevin nava şer, lê zextê li Washingtonê dikin da ku Îran nikaribe rêwîtiyê li Tengava Hurmuzê tehdît bike.

Reuters`ê diyar kir ku di demekê de ku hewl didin ku di navbera parastina ewlehiya xwe û dûrketina ji pevçûnek vekirî de hevsengiyek çêbikin, ev welat ji encamên şerekî berfireh ditirsin ku dikare ji kontrolê derkeve.

(k)