Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” konferansekê li dar dixe. Di konferansê de dê semîner li ser mijarên “siyaset, hiqûqî, parastin û entegrasyon” bên dayîn û konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
Konferansa jinan a li ser mijarên “siyaset, hiqûq, parastin, entegrasyon” dest pê kir 
17 adar, 2026   11:06
QAMIŞLO

Kongra Star bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” konferansekê li dar dixe. Konferans li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê pêk tê. 

Rêveber, koordînasyon û endamên Kongra Star, fermandar û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Koordînasyona Jinan a di Rêveberiya Xweser de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Islama Demokratîk, Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan, Meclisa Ol û Baweriyan, Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Neteweyî ya Ereb, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Encumena Nîştiman a Kurd li Sûriyeyê (ENKS), Meclisa Jinên Ermen, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekitiya Jinên Suryan, Asayîşa Jin, Yekitiya Jinên Êzidî, nûnerên jin ên partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina vekirin kir. Rîhan Loqo ji tevahî jinên têkoşer silav kir, di kesayeta Denîz Çiya, Gerîla û şehîdên rûmetê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û soz da ku dê rêya wan bidomînin.

Rîhan Loqo got: “Em ê têkoşîna dîrokî ya xeta azadiya jinan ku Roza û Sakîne dest pê kir, bidomînin. Me li hemberî hişmendiya zayendperest a jinan tune dike û tune dihesibîne tê koşiya. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji her mal, kolan û bajarî qêrîna azadiya jinan bilind bû. Me gelek destkeftî bi dest xist. Di qadên siyasî, hiqûqî, civakî, leşkerî, hunerî û tevahî qadan de destkeftî bi dest xistin. Me rêxistinên xwe ava kirin. Modêla hevserokatiyê û kotaya jinan li vir pêk hat. Jin ne beşdarî şoreşê bû, jinan di nava şoreşê de şoreşa xwe ava kir. Cara yekemîn di Rojhilata Navîn de hêzên parastina jinan ji pêkhateyên herêmê ku hebûn, ziman, dîroka jinan biparêzin, di herêmên me de hatin avakirin. Ev heqîqetek e bi keda bi hezaran şehîdan çêbûye. Jinan berdêlên giran dan û têkoşînek mezin dan meşandin. Her ku çû asta têgihiştin û têkoşîna jinan bilind bû. Modela li Rojava pêk tê, modela jiyana azad û wekhev e. Çi modela hat avakirin dema hebûn û zimanê jinan tê de ne esas be, nabe modelek. Her ku têkoşîn bilind dibe êriş jî zêde dibin. Kombûna me ya îro ji bo bilindkirina dengê azadiyê ye û ji bo mîsogerkirina vê qêrîna azadiyê û têkoşîna jinan e. Em çawa karibin hîn bêhtir xwedî li vê têkoşînê û keda hevalên şehîd derbikevin. Em çawa bikarin mafên xwe biparêzin. Em ê çawa bikaribin di Sûriyeya nû de mafên xwe biparêzin. Şerê niha tê kirin şerê li ser şoreşa jinan e. Me di bûyerên dawî de dîtin ku çawa kiryarên hovane li ser jinan pêk tînin. Ji avêtina cenazeya heval Deniz û birîna keziyên jinan vê dide nîşan. Me çawa dengê xwe di şoreşê de bilind kir, em ê bi hev re soza berdewamkirina parastina destkeftiyên şoreşa jinan didin. Bê hebûna jin û pêkhateyan dê Sûriye nebe Sûriyeyek demokratîk.”

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed konferans bi rê ve bir.

Dê di du rûniştinan de li ser çar sernavên “Siyasî, hiqûqî, parastin û entegrasyonê” semîner bên dayîn û nîqaş bê kirin.

Di rûniştina yekemîn de dê Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed li ser qada siyasî û berpirsyara Yekitiya Jinên Sûryan Georgette Bersom li ser qada hiqûqî semîneran bidin.

Di rûniştina duyemîn de dê Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser qada parastinê û Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî li ser mijara entegrasyonê semîneran bidin.

Piştî semîner û nîqaşan dê konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(bî-jh)

ANHA