Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye

Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê piştî şerên dijwar û êrişan dest bi rêxistinkirina bajar û vekirina saziyan kir. Meclisê gavên xwe bi avakirina komînan kir dest pê kir. Li kêlek wê xebatên vekirina şaredarî, dibistan û pratîzekirina saziyên xizmetguzariyê hatin destpêkirin.

Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
Meclisa Sivîl a Dêr Hafir dest bi xebatên xizmetguzarî û rêxistinî kiriye
13 cotmeh, 2025   03:45
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Meclisa Sivîl a Dêr Hafir û gundewarê wê xebatên xwe xebatên başkirina rewşa jiyanî û çaksazkirina binesaziya herêmê ya ji ber şer hatiye ruxandin dan destpêkirin. Ev gav piştî ev çend meh e şêniyên herêmê bi hêza xwe ya xweser debara xwe ya jiyanî peyda dikirin, hat destpêkirin. 

Bajarê Dêr Hafir 52 kîlometre li rojhilatê bajarê Helebê ye. Ji sala 2017’an ve piştî bajar ji DAIŞˊê hat rizgarkirin, rêjîma Baasˊê serweriya xwe li ser feriz kir. Di sala 2024’an de piştî rêjîma Baas hilweşiya hêzên QSD’ê bajar xistin bin parastina xwe.

Di çend mehên derbasbûyî de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê ava kiribû. Meclisê kar û barê bajar û gundên wê girtibû ser xwe. Di vê demê de 66 komîn hatin damezirandin, her wiha 2 şaredarî hatin vekirin, stasyona ava vexwarinê hate çaksazkirin û saziyên xizmetguzariyê hatin aktîfkirin.

Hevserokê Meclisa Dêr Hafirê Ednan Mihemed der barê mijarê de got ku destpêkê QSD’ê rêveberiya herêmê dikir, heta meha Adarê meclis hate damezirandin êdî şêniyên bajar û gundên wê dest bi rêveberiya xwe kirin.

Edanan Mihemed, diyar kir ku heta niha 66 komîn hatine avakirin û got: “Hevserokên komînan ji aliyê şêniyan ve hatin hilbijartin. Armanc ew e gel bi xwe rêveberiya xwe bike. Ew gilî û gazincên welatiyan digihînin meclisê. Ji bo çareseriyê kar tê meşandin.”

Mihemed, da zanîn ku ev 2 meh e mecils amadekariya belavkirina mazota sobeyan dike û wiha pê de çû: “Kartên taybet ên belavkirina sotemeniyê hatine çêkirin.  Çaverê ye mazot di 15 rojên pêş de were belavkirin.”

2 ŞAREDARÎ HATINE VEKIRIN

Meclisê vekirina 2 şerdariyan ragihand. Ya yekem li bajarê Dêr Hafirê ye û ya duyemîn li gundê El Memûriye ye. Xebata wan niha bi peydakirina alavên weke kepçe, terktor û qelaban ve girêdayî ye. Wê şaredarî xebatên komkirina çopê, rakirina erebûkên bêserûber, birêxistinkirina sûk û kolanan û ronîkirina bajêr bi rêya eneriya tavê pêk bîne.

Hevserokê Meclisa Dêr Hafirê Ednan Mihemed da zanîn ku kanalîzasyonên li bajêr 40 sal berê hatine çêkirin û got: "Ew kanalîzasyon tenê heta 14 salan dikarî li ber xwe bide, lê 40 sal berê hatiye çêkirin. Bi wê re pêdivî ye kanalîzasyon giştî werin guhertin. Her wiha xebata danîna tûra avê li aliyê bakurê bajêr bi eşkêla 160 mm û dirêjahiay 450 metreyî hat pêşniyarkirin."

Mihemed da zanîn ku dê 22 dikan li sûka sebzeyan werin vekirin û wiha dom kir: “Li kêlek vekirina dikanan li sûka sebzeyan, wê xebatên sererastkirina rêyan jî, weke qîkriina rêya sûka sebzeyan a bi dirêjahiay hezar û 100 metreyî û qîrkirina rêya rexî rêya Heleb-Reqa bi dirêjahiya hezar û 300 metreyî, bên destpêkiri."

Ji bo xizmetguzariyên dîtir, Mihemed bal kişand ser avakirina nivîsgeha avê ya girêdayî şaredariya gel û avakirina saziya kehrebê. Dê saziya kehrebê xebatên sererastkirina xeta navîn bi dirêjahiay 20 kîlomteryan pêk bîne. Ev xet stasyona Ebqar a li Meskeneyê û şaredariya El Memûriyê ve bi hev ve girê dide, da ku piştî bi tora sereke ya li Dêr Hafirê ve bê girêdan.

Der barê beşa perwerdê de, Komeleyeke perwerdê li bajêr hat avakirin. Ev komele wê proseya perwerdê bi rêxistin bike û çavdêriyê li dibistanan li bajêr û gundên girêdayî wê bike. 75 mamoste li wan dibistanan hatine erkdarkirin. Hejmara xwendekarên li wan dibistanan dixwînin hezar û 265 e.

Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê hêvî dike ev xebatên xizmetguzarî û jiyanî ya şêniyên bajar û gundên wê baş bike. Bi taybet ji ber ku bajar ji piştgiriya xizmetguzariyê û binesaziyê hatibû mehrûmkirin.

(dc)

ANHA