Li Humsê xebatkarên elewî bi komî ji kar hatin avêtin

Li parêzgeha Humsê ya li naverasta Sûriyeyê xebatkarên “Nexweşxaneya Umalî” bi komî ji kar hatin derxistin. Bûyer li ser biryara berpirsekî nû ji Idlibê hatiye erkdarkirin, pêk hat. Çavkaniyên herêmî destnîşan kir ku ev biyar bi awayekî nijadperestî hatiye dayîn. Rewşa jiyanî û lawaziya saziyan di ber çavan re nehate girtin.

Li Humsê xebatkarên elewî bi komî ji kar hatin avêtin
13 cotmeh, 2025   05:10
HUMIS

Nexweşxaneya Umalî ya li bajarê Humsê girêdayî hikûmetê ye. Di çend rojên dawî de gengeşe û nîqaşek mezin li ser dûxistina karmendên wê çêbû. 28 karmendên nexweşxaneyê bi yek biryarê ji kar hatin derxistin. Karmendên ji kar hatin avêtin, piraniya wan hemşîre û peymangehên tenduristî qedandine. Hemû jî elewî ne.

Li gorî agahiyên nexweşxaneyê karmendên ji kar hatin dûrxistin, piştî sala 2011’an bi peymanên rojane dest bi kar kirine. Di sala 2017’an de peymanên wan bûn salane.

Karmendên ji biryarê zirar dîtin, bi mehan erka xwe dewam kirin. Bêyî mûçeyên xwe wergirin, karê xwe domandin. Gelek caran soz ji wan re hate dayîn ku ew ê werin tespîtkirin. Li gorî sozên dihatin dayîn, piştî nexweşxane were çaksazkirin, ew ê karmendên wê erkdar bikin. Lê balkêş bû ku piştî xebatên çaksazkirin û sererastkirina nexweşxaneyê bi dawî bû, karmend ji kar hatin avêtin. Bi vê biryarê hêviyên wan di valahiyê de hatin hiştin.

Li gorî karmendên nexweşxaneyê biryara derxistina wan ji kar ji aliyê berpirsê meclisa siyasî ya Humsê ve hat dayîn. Ev ji aliyê hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve hatiye erkdarkirin. Biryar jî ji aliyê Yekitiya Giştî ya Karkeran a Şamê ve hate dayîn.

Yekitiya Karkeran li şûna parastina karmendan bike, wan bi lez peymanên karmanendan bi dawî kir û ew ji kar avêt. Karmendan li ser helwesta Yekitiya Karkeran da diyarkirin ku ji dêval li kêleka wan bisekinin û parastina wan bike, dayîna biryarê hêsan kir.

Çavkaniyên nêzî rêveberiya nexweşxaneyê da zanîn ku ev biryar bi wayekî nijadperestî hatiye dayîn. Biryara dûrxistina hemû xebatkarên elewî hat dayîn. Karmendên din ên sunnî li cihê xwe hatin hiştin.

Ev pêkanîn bi nijadperestiya di saziyên dewletê de hatiye bicihkirin, hate pênasekirin. Ji lewma di nava civaka herêmî de bû cihê nerazîbûnê.

Karmendên ji kar hatine dûrxistin, serî li Yekitiya Karkeran a Humsê da, bi giliya wan jî tu encam nehatin girtin. Yekitiya Karkeran tu sûd li wan nekir.

Karmenên nexweşxaneyê yên hatine durxistin, di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne û bi vê biryarê êşa wan û malbatên wan girantir dibe.

Karmendên nexweşxaneyê yên ji kar hatine dûrxistin nerazîbûn nîşan dan. Yek ji karmendan helwesta xwe bi van gotinan anî ziman: “Demek dirêj me kar dikir. Me pir zehmetî kişandin, da ku em nexweşxaneyê vegerînin wekî berê. Bi taybet piştî zirarên mezin tê de çêbûbûn. Ev biryar bersiva me bû. Ma wisa destê dixebitin tên xelatkirin.”

Bûyera li nexweşxaneya Umalî beşek ji êşa bi sedhezaran gelê Sûriyeyê ye. Di biryarên li ser esasê nijadî têne dayînde, nîşan dide.

Nexweşxaneya Umalî ya Humsê ya hikumetê ye û di sala 1985ˊan de hate avakirin. Gelek beş tê de hene.

(dc)

ANHA