Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir

Şêniyên bajarê Amûdê bi pêxistina agirê Newrozê siyaseta paşguhkirin û înkarkirina pêkhateyan ji aliyê hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve şermezar kir.

Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
Şêniyên Amûdê li dijî biryara hikûmetê Newroz pîroz kir
12 cotmeh, 2025   22:08
QAMIŞLO

Di biryarnameya 188'an a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de cejnên neteweyî yên pêkhateyên Sûriyeyê, ji wan Cejna Newrozê, Çarşema Sor, Ekîto û cejnên Ermenan wekî cejnên fermî yên Sûriyeyê nehatin naskirin. Li hemberî vê biriyarê hejmarek ji çalakvanên bajarê Amûdê li qada Jina Azad agirê Newrozê dada.

Di çalakiyê de nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî amade bûn û nerazîbûna xwe li dijî siyaseta paşguhkirin û înkarkirinê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê anî ziman.

Di dawiya çalakiyê de hemû pêkhateyan govend gerandin.

(ac/fr)

ANHA