Celal Başlangiç hate oxirkirin

Rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê yê Almanyayê hate oxirkirn.

Celal Başlangiç hate oxirkirin
10 gulan, 2024   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo gerînendeyê avaker ê Artı TV û Artı Gerçekê rojnameger Celal Başlangiç li Trauer Halle ya li Nordfriedhof a girêdayî Kolnê ya Almanyayê toren hat lidarxistin. 

Xizmên Başlangiç û gelek rojnamevan artiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. 

Rojnamevan  di torenê de axivî û nûçeyên Başlangiç bi bîr xist. Cemal, wiha got: “Celal rojnamegerekî pir jîr bû û kesekî baş bû. Ruhê te şad be birayê min, dê her di bîra me de bî.”