Sibê dema serlêdanên ji bo qeydkirina welatiyên neqeydkirî bi dawî dibe

Biryar e ku sibê pêvajoya qeydkirina welatiyên Kurd ên ne qeydkirî bi dawî bibe. Heta niha li navendên qeydkirinê li bajarên Qamişlo, Dêrikê û Çilxa bi hezaran kesan xwe qeyd kiriye.

Sibê dema serlêdanên ji bo qeydkirina welatiyên neqeydkirî bi dawî dibe
5 gulan, 2026   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên qeydkirina welatiyên Kurd ên neqeydkirî li bajarên Qamişlo, Dêrikê û Çilaxa yên li herêma Cizîrê xebatên wergirtina serlêdanan berdewam dikin.

Li Qamişloyê serlêdan li navenda diyarkirî ya li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê têne wergirtin, zêdetirî hezar û 290 malbat lê qeyd bûne.

Li Dêrikê, li Navenda Tomarkirina Sivîl hejmara malbatên ku serlêdan kiriye gihaştiye nêzîkî 500’î. Li Çilaxayê Navenda Tomarkirina Sivîl heta 24`ê Nîsanê serlêdanên 243 malbatan wergirtin.

Li gorî berpirsên pêvajoya qeydkirinê, sibê roja dawîn a serlêdanan e û heke pêwîst be, dibe ku dema serlêdanan were dirêjkirin da ku hemû kesên neqeydkirî xwe qeyd bikin. Biryara dawîn dê sibê were dayîn.

(k)