Meclisa Malbatên Şehîdan: Divê kujerên şehîd Sîpan werin cezakirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir der barê bûyera şehîdxistina şervan Sîpan Hiznî de daxuyanî da û diyar kir ku divê li gorî qanûnan kujerên şehîd Sîpan werin cezakirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Divê kujerên şehîd Sîpan werin cezakirin
12 îlon, 2026   13:54
HESEKÊ

Li bajarê Til Temir Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Daxuyanî li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê hevseroka meclisê Çinar Salih ve hate xwendin. Malbatên şehîdan, endamên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. 

Di destpêka daxuyaniyê de bûyera şehîdxistina şervan Sîpan Hiznî hate şermezarkirin û dan zanîn ku divê bûyer nebe bûyera tolrakirinê û ji derveyî qanûnan tev negerin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Sîpan Hiznî li ser erka xwe bû, li hember êrişên li ser herêmê civak û herêma xwe diparast, hedefgirtina wî sûc e. Her wiha anîn ziman ku mijar ne tolhildana eşîrî ye û pirsgirêka berê qewimîbû ji aliyê rûspiyên herêmê ve hatibû çareserkirin.

Di daxuyaniyê hate gotin divê bi mentiqê tolhilhidanê nêzî bûyerê nebin û bi rêya saziyên dadê û ewlehiyê were çareserkirin, da ku tevlihevî û fitne li herêmê dernekeve.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji saziyên ewlehiyê û dadê daxwaz kir ku kujerên Sîpan Hiznî bigirin û radestî edaletê bikin û qanûnî ceza bikin. Ji rûspiyên herêmê jî daxwaz kirin ku destûrê nedin li herêmê provokasyon werin kirin.

Ji bo bûyerên li Kobanê qewimîn jî hate gotin ku daîreyên îstixbaratê û bi taybet ên dewleta Tirk berpirsyar in, divê xelkê herêmê destûr nede ku şerê navxweyî çêbe û fitne derkeve, têkiliyên êlên Ereban û civaka Kurd were parastin.

Di dawiyê daxuyaniyê de hate gotin divê deskeftiyên şehîdan û fedakariyên wan werin parastin, piştgiriya aştiyê bikin û pirsgirêkên ewlehiyê nekin pevçûnên civakî.

(np)

ANHA