Girtiyên di zindana Kobanê de birîndar bûne qala bûyerê kir

Di şewata duh a li zindana Kobanê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 17 jî birîndar bûn. 2 girtiyên di şewatê de birîndar bûne qala bûyerê kir û da zanîn ku hêzên hikumeta veguhêz gotiye dê hemû girtiyan veguhêzin Helebê û piştî bertekên girtiyan, alozî di zindanê de derketiye.

Girtiyên di zindana Kobanê de birîndar bûne qala bûyerê kir
12 îlon, 2026   13:32
KOBANÊ

2 girtiyên ku duh di girtîgeha bajarê Kobanê de birîndar bûbûn, ji ANHA’yê re behsa hûrgiliyên bûyera şewatê kir.

Birîndarê bi navê Mehmûd Cemîl diyar kir ku di derengiya şevê de dengê teqînan hatiye bihîstin û got: “Me dît ku hêzên hikumeta Şamê ne. Dengê wan hat me, digotin dê hemû girtiyên Kobanê bibin parêzgeha Helebê.”

Cemîl her wiha ev agahî dan: “Me girtiyan ev biryar qebûl nekir û me got em bi mirinê qebûl in lê bi teslîmbûna bi hikumetê re ne qebûl in. Ji bo vê yekê yek ji hevalên me agir berda xwe. Agir mezin bû û bû sedema ku 9 kes jiyana xwe ji dest bidin û 17 kes jî birîndar bibin û hin ji hevalên me jî birîna wan giran e.”

Birîndarê bi nave Ezîz Elseîd Xad Ûbeyîd jî got: “Ev bûye 7 meh ez di zindana Kobanê de me. Hêzên bi ser hikumetê ve hin ciwanên me dema ku tev li xwepêşandaneke ji bo daxwaza lêpirsînê li ser revandin û şehîdbûna Sîpan Hiznî bûbûn, ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatibûn girtin û anîn girtîgehê. Ji wan re digotin dê hemû girtî herin parêzgeha Helebê. Yek ji girtiyên bi me re ev biryara şewatê da. Ruxmî ku me gelekî hewldana vemirandina şewayê kir, lê dîsa jî agir gur dibû.”   

(ct)

ANHA