Gaziyên Şer: Sûcê şehîdxistina Sîpan Hiznî hewcedarî tedbîrên qanûnî yên lezgîn e

Federasyona Gaziyên Şer bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku hesab ji kesên ku şervanê Lîwaya Hesekê şehîd Sîpan Hiznî revand û qetil kir, bê xwestin û destnîşan kir ku li hemberî vî sûcî divê tedbîreke qanûnî ya lezgîn pêk were.

Gaziyên Şer: Sûcê şehîdxistina Sîpan Hiznî hewcedarî tedbîrên qanûnî yên lezgîn e
12 îlon, 2026   14:01
QAMIŞLO

Fedrasyona Gaziyên Şer a Herêma Cizîrê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Resafê ya bajarê Çilaxa, bi beşdariya malbatên şehîdan û şêniyên bajêr daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamê federasyonê Seîd Yûsif ve hat xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin ku hedefgirtina şehîd Sîpan şermezar dikin û dan zanîn ku divê hesab ji berpirsyarên bûyerê were xwestin û li gorî edalet û qanûnan ji bo wan cezayê herî giran were dayîn.

Di daxuyaniyê wiha hat diyarkirin ku kuştina şervanekî ku gelek caran beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ`ê bûye, bi berxwedaneke pir mezin parastina xaka herêmê û gelê wê kiriye û bi dehan caran ji mirinê filitiye, kiryareke hovane ye, ev sebr û tehemula wan derbas kiriye, divê li hemberî vî sûcî tedbîrên qanûnî yên lezgîn hebin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina canê welatiyan û milkên wan berpirsyariya sereke ya saziyên ewlehiyê ye û wiha hat gotin: “Di vê qonaxa dijwar de, gavên kêm an ên derengmayî ji hêla aliyên ewlehî û fermi ve, dê rê li ber kûrkirina fitneyê veke, ev yek bi dayîna daxuyaniyan çareser nabe, divê aliyên ewlehiyê lêpirsîneke berfireh vekin û hemû aliyên ku mijarê dikin tola eşîrî muhasebe bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li keç û xortên herêmê hat kirin wekî gotinên ku li ser medya dijîtal tên dîtin, li pey şaşiyan neçin, girêdana xwe ya bi edalet û qanûnê ve xurt bikin û wiha hat gotin: “Kesên ku di navbera Kurd û Ereban de gotinên nebaş dibêjin û rê li ber şer, kuştin û tolê vedikin, dixwazin di navbera pêkhateyan de fitneyan derxin, divê hesab ji wan kesan bê xwestin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişa li dijî pêkhate û gelan fitneyeke mezin e, dixwazin bi vê fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereb de kuştinê derxin û “şerekî ku dawî jê re tune ye” gur bikin.

Di dawiyê de daxwaz ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Wezareta Karên Hundir hat kirin ku asta ewlehiyê zêde bikin û agahiyên der barê hedefgirtina şehîd Sîpan de aşkare bikin.

(sb)

ANHA