Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Êrişkar agirbestê binpê dikin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê  Tariq El Şofî diyar kir ku hêzên êrişkar agirbestê binpê dikin û sûcan li dijî sivîlan dikin. El Şofî banga destwerdana navneteweyî ya lezgîn û derbaskirina alîkariyên mirovî kir.

Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Êrişkar agirbestê binpê dikin
24 tîrmeh, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa heyî de ya li Siwêdayê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şofî bi rêya telefonê agahî dan ajansa me (ANHA). 

Tariq El Şofî anî ziman ku rewşa meydanî ya Siwêdayê ewle nebûye û got: "Hêzên êrişkar pabendî agirbestê nebûn û li gundên bi ser eniyên şer ve êrişî sivîlan kirin. Ev binpêkirin bi deng û wêne hatine belgekirin çêbûn. "

El Şofî îşaret bi vê yekê kir ku hêzên êrişkar ên destekê ji hêzên hikumetê digirin berpirsên van binpêkirinan in û ev agahî dane "Heta vê kêliyê êriş nesekinîne. Êrişkaran ku mal û milkên şêniyan bi temamî şewitandin, bi taybetî li gundên Rîma Hazim û Um El Zeytûn Hêzên çek û endamên xwe zêde kirine."

El Şofî bi bîr xist ku li tevahî gundên ketine bin kontrola çekdarên êrişkar kiryarên şewitandin û talankirina malan û milkên şêniyan çêbûn û got, ji bo rageşî zêdetir nebe Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê hîna xwe ragirtiye û li benda çareseriyek dawî ye.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê ji hêzên navneteweyî xwest ku zextên li ser hêzên êrişkar zêde bikin da ku pabendî agirbestê bibin. Her wiha da zanîn ku derheqê revandin ûkomkujiyên sîstematîk ên li dijî Durzî, Xiristiyan û kêmneteweyên din de gelek rapor ji rêxistinên navneteweyî re hatin şandin.

El Şofî destnîşan kir ku hemahengiya di navbera Meclisa Leşkerî, desteyên olî û sivîl de di radeya bilind de ye û ev li goitnên xwe zêde kirin"Ji bo dawî li aloziyê were, ji bo komkujiyên li dijî Durziyan dûbare nebin em garantiyên navneteweyî dixwazin."

Tarif El Şofî bang li civata navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û zextê li hikumeta veguhêz bike bila yekser hêzên xwe ji herêmê vekişîne. El Şofî ji dezgehên çapemeniyê jî xwest ku rastiyan ragihîne û karesata bi destê hêzên tundraw û hikumetê çêbûne, belge bikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Tarif El Şofî di dawiya axaftina xwe de got "Siwêda bûye bajarekî bobelatê. Herêm ji hemû aliyan ve hatiye dorpêçêkirin û hêmanên jiyanê nîn in, nexweşxaneya hikumetê jî hat şewitandin û xerabkirin. Em bang dikin ku bi lez alîkariyên tibî û mirovî ji herêmê re bişînin."

(fr)