Li Idlibê teqîn: 5 kes mirin

Li bajarê Idlibê teqîneke mezin çêbû. Di encamê de 5 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn. Texmîn hene ku depoyeke çekan teqiyaye.

Li Idlibê teqîn: 5 kes mirin
24 tîrmeh, 2025   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, li Idlibê teqîneke mezin çêbûye. Li gorî agahiyên destpêkî 5 kesan jiyana xwe ji dest dayee û bi dehan kes jî birîndar bûye.

Teqîn li bajarokê Meret Sirîn ê bakurê Idlibê çêbûye. Sivîl gelek tirsîne û heta niha jêdera teqînê nayê zanîn.

Gelek çavkaniyan bi bîr xist ku teqîn di depoyeke çekan de çêbûye.

Li gelek bajarên Sûriyeyê yên di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de teqînên ku sedemên wê nayên zanîn çêbûne. Di çend hefteyên borî de 5 navend û gelek kes di êrişên hewayî de hatine hedefgirtin. Hate gotin ku ev êriş ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û yên Îsraîlê ve hatine kirin.

(fr-şx)