Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtinê dê biçe Parîsê 

Çavkaniyên ji Ronahî TV’yê diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî, tevî şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtina şandeya hikumeta veguhêz dê diçe Parîsê.

Mazlûm Ebdî ji bo hevdîtinê dê biçe Parîsê 
23 tîrmeh, 2025   23:45

Çavkaniyên ji Ronahî TV’yê diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hevdîtina bi berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re dê çend rojên bê serdana Fransayê bikin.

Heman çavkaniyan dane zanîn ku nûnerê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack jî dê beşdarî hevdîtinê bibe.

Li gorî çavkaniyan, hevdîtin dê yekser bi sponseriya serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pêk were.

(fr)